Wan ji bo pêşketina turîzmê dixebite

BAS - Bilal Adlığ

Bajarê Wanê weke paytexta herêma Serhedê tê zanîn. Bi gol û hewa ya xwe hênik gelekî bala geştiyara dikşîne. Bilindahiya bajêr ji behrê 1700 mitro ye. Ji ber vê yekê jî hewa wê tim hînik û tenik e. Mirov havîna ji germê zivistanan jî ji sermaya wê acis nabe. Bi vê taybetmendiya xwe jî bala geştiyarên Rojhilat, Îran û Herêma Kurdistanê dikşîne. Bi taybetî jî di van salên dawî de gelek geştiyarên Îran û Rojhilatî berê xwe didin Wanê. Li Wanê him dikevin behrê û him jî danû standinan dikin. Di derbarê geştiyar, turîzm û kar û berên ji bo kişandina geştiyaran bo Wanê em bi Serokê Komîsyona Odeya Karsazan ê Wanê Necdet Takva re axivîn. 

Wan bi geştiyaran rengîn dibe

Serokê Komîsyona Birêvebirina Odeya Karsazên Wanê Necdet Takva qala xebat û kişandina geştiyaran bo Wanê dike û wiha pê de diçe: “Piştî zelzeleyên Wanê di sala 2015an de li bajêr qrîzeke darayî derket holê. Em weke odeya karsazan ji bo derketina ji vê rewşa awarte me dest bi çendîn projeyan kir. Yek ji wan projeyan jî kişandina geştiyaran bo hatina Wanê bû. Bi taybetî jî Îran ku tenê 80 km ji bajêrê me dûre. Me polîtîkayên xwe yên aborî di derbarê geştiyaran de revîze kir. Bi guhertina van polîtîkayan re me di sala 2015an de dest bi ‘Festîvala rojên danûstandinê ya Wanê’ lidarxist û ev sê sale em didomînin. Bi vê yekê dema geştiyar tê ne bajarê me him dikevin behrê û li otel û cihên kêfê kêfa xwe dikin him jî di festîvalê de danû standinan dikin. Ev yek jî dibe sedem ku bazara Wanê zindî bibe. Festîval di 15ê Adarê de destpê dike heta 5ê Gulanê didome. Di vê demê de betlana Newrozê li Îran û Herêma Kurdistanê heye. Geştiyar wê demê tên wanê û betlana xwe li Wanê derbas dikin. Ji sala 2015an vîr de jî Îranî her diçe bi daxwazeke zêdetir tên bajarê me.”

 “Di van 7 mehên dawî de me reqora geştiyaran şikand”

Necdet Takva di derbarê hejmara geştiyaran de wiha diaxive: “Dema em li daneyên sala 2017an dinêrin ev 7 mehên derbasbûyî ji bo dîroka geştiyariya Wanê dîrokî ye. Îsal ji Kapikoyê 266 hezar geştiyar hatine bajêr. Ev hatin reqora hemû dema ye. Lê mixabin li Kapikoyê deriyê sînorî nîne. Li wirê bi şev û roj, rojê 4 – 5 saet xebatên mobîl tên kirin. Ew jî bi konteyniran tê kirin. Lê em bi Wezareta Gumrikê û Yekîtiya Odeyan û Borsayan re di hemahengiyê de dixebitin û me encam stend dê li Kapikoyê deriyekî sînorî yê herî modern bê avakirin. Wisa difikirim ku dê heta çar pênc meha ev proje xilas dibe. Piştî derî vebû dê hat û çûn zêdetir bibin.”

 “Aboriya bajêr zindî bû”

Takva diyar dike ku di demên festîvala danûstandinê de aboriya bajêr li gor demên normal ji sedî 40 zêde dibe, ji sedî 36 jî di kartê bakeyan de zêdebûn derdikeve holê û wiha didomîne: “ Elbet ev tişta ez dibêjim bi polîtîkayên di rê de yên odeya bazirganiyê derket holê. Em her tim ligel esnaf û firoşkarên xwe ne û ji wan re dibêjin bila li hember geştiyaran bi rêz û xwedî ucdan bin. Di derbarê projeyên dahatûyê jî ne tenê Îranî û bazara Îranê, herwiha Herêma Kurdistanê jî di bin hedefa me de ye û em bingeha hatin û mayîna wan li bajêr amade dikin. Da ku werin bajêr û betlana xwe li Wanê bikin. Li gor Herêma Kurdistanê hewa Wanê pir hînik e. Li aliyê dinê jî em li welatên cînar jî xebatan dikin weke Nahçivan, Georgia, Ermenistan û Azerbaycanê.”

“Em dixwazin têkiliyên xwe li gel Herêma Kurdistanê baştir bikin”

Takva di derbarê projeyên xwe de wiha diaxive: “Em danasîn û xebatên xwe bi taybetî li Zaxo, Hewlêr, Dihok û Silêmanî dikin. Herêma Kurdistanê ji bo Wanê bazareke gelekî girîng e. Em bi armancin ku bikin hemwelatiyên Herêma Kurdistanê di betlan û geşta xwe de berê xwe bidin Wanê û li bajarê me yê rengîn û hînik bimînin. Wan bajarekî zozanî ye. Herêma Kurdistanê havînan pir germe em bangî hemwelatiyan dikin bila werin Wanê û ji ber germa herêmê xwe bispêrin hewa zozanî. Herwiha em salên çend caran diçin Xoy, Makû, Tebriz, Tehran û Urmiyê û reklamên xwe jî li bîlboardên van bajêran dadixînin. Armanca me ewe ku em dewlemeniya çandî li bajêrê xwe ava bikin. Niha di bin deshilatdariya Odeya Bazirganiyê de qursên me yên Farisî û Kurdî hatine vekirin. Di navendên danûstandinê de kesên bi Farisî û Kurdî dizanin tên xebitandin. Ev yek jî pira di navbera geştiyar û bajêr de hêsantir dike.”

 “Em ê Gola Wanê paqij bikin”

Yek ji girîngtirîn sedema hatina geştiyaran bo Wanê Gola Wanê ye. Serokê Komîsyona Odeya Bazirgan û Tîcaretê Necdet Takva di derbarê Gola Wanê û projeyên li ser golê de wiha diaxive: “Bi taybetî jî di beşên ku ekolojîk û der û beran de em xwedî dezavantajê ne xebatên taybet tên kirin. Yek ji girîngtirîn mijar jî paqijkirin û dîzaynkirina bendên Gola Wanê ne. Niha em xebata rawestandina kirêt kirina golê ji aliyê fabrîka û kargeha dikin. Wisa difikirim ku di demeke kin de ev pirsgirêk jî dê çareser bibe. Bi vê yekê jî dê Gola Wanê ji bo geştiyaran zaftir bal bikşîne. Em weke Odeya Bazirganan bajarê xwe bi ronahiyê rengîn dikin. Cih û warên kêf û seyranê dikin weke normên cîhanî. Bi taybetî jî ji bo geştiyar xwe rehet hîs bikin sektora taybet berpirsyariya xwe bicih tîne. Divê vebêrhiner zaftir xebatan bikin û ji bo geştiyar zaftir bên bajarê me xebatên xwe bidomînin.

“Veberhêner li Wanê wunda nekiriye!”

Serokê Komîsyona Birêvebirina Bazirgan û Tîcaretvanê Wanê Necdet Takva dibêje: “Hemû geşedanên aborî û çandî taleba xwe derdixînin holê.” Takva axaftina xwe wiha didomîne: “Niha ji bo cihê mayînê kêmasiyên bajêr hene. Ez bangî veberhêneran dikim bila werin Wanê û kargehan li vir vekin. Niha hejmara nivînên razanê 7 hezar in. Pêdiviya me bi 15 hezar nivînan heye. Ez wisa bawer dikim ku dê karmend jî veberhênerên di vê derbarê de arzê milet bikin. Ji bo veberhêneriyê Wan cihekî taybet e. Heta niha karsazan li Wanê zirar nekiriye. Wan di nav bajarên Tirkiyeyê de di rêza 12mîn de ye ku herî ewle ne. Bi taybetî jî karsazên Herêma Kurdistanê eger bixwazin li Wanê kar bikin em ê ji bo wan hemû derfetên xwe amade bikin.”

HEFTENAMEYA BAS