Qaymeqamê Pêncwên: Anîna bacan û fêkiyan ji Îranê hat qedexekirin

Ew qedexe dê heta mehekê bidome

Raviyar Pêncwênî 

BasNews – Qaymeqamê bajarokê Pêncwên yê Herêma Kurdistanê ragihand, anîna bacan û fêkiyan ji Îranê hat qedexekirin.

Qaymeqamê bajarokê Pêncwên yê Silêmaniyê, Zana Rehman ji BasNewsê re got, duh komek cotkarên devera Pêncwênê li dijî anîn û hawirdekirina berhemên îranî nerazîbûn nîşandan. Ji ber wê yekê me îro bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir û me nerazîbûna cotkaran gihand wî. Piştî civînê biryar hat dayîn anîna bacan û fêkiyan ji Îranê were dexekirin.

Zana Rehman her wiha got, ew biryar dê mehekê bidome û di heyama wê mehê de anîna bacan û fêkiyan ji deriyên sînorî yên Başmax û Seyranbend qedexe dibe.

Qaymeqamê Pêncwên da zanîn ku fermana qedexekirina hawirdekirina berhemên îranî dê ji roja 15 vê mehê ve dest pê dike û heta 15 meha din bidome.