Îsal li devera Soran çandina birinc zêde bûye

Mihemed Hesnanî 

BasNews – Berpirsê çandiniya devera Soran ya Herêma Kurdistanê ragihand, îsal li gorî salên borî çandina birinc zêde bûye.

Berpirsê çandiniya devera Soran, Hekîm Ebdullah ji BasNewsê re got, îsal li gelek gund û deverên bajarê Soran, cotkaran birinc çandine û ev jî li gorî salên borî gelekî zêde bûye.

Hekîm Ebdullah her wiha got, helbet ev tiştekî baş e û dê bandoreka baş jî li ser aboriya Kurdistanê bike. Em hêvîdar in hasila wan baş be.

Berpirsê çandiniya Soran anî ziman ku ji ber kirîza darayî nekarîne wek tê xwastin piştevaniya cotkaran bikin û got, em tenê dikarin serdana wan û wan teşwîq bikin da ku li ser karê xwe rijd bin.