Li Mêrdînê kargeheke pilebilind!

BAS - Bilal Adlığ

Deşta Mêrdînê ango Deşta Mezopotamya ji bo kar û berhemdanînê xwedî derfetên gelek dewlemend e. Li Mêrdînê gelek cûre kargeh xebata berhemdanînê dikin. Yek ji wan kargehan jî kargeha Dicle Boru ye ku berhemên xwe ji Mêrdînê heta Stenbolê, ji Enqere heta Hewlêrê difiroşe. Serokê kargeha Dicle Boruyê Şaban Altın di derbarê kar û xebatên wan û pêwendiyên wan ên li gel Herêma Kurdistanê ji Heftenameya Basê re axivî.

“Me di nava salekê de karê xwe gihand asta cîhanê”

Şaban Altın çîroka destbikarkirina kargeha xwe dike û wiha dibêje: “Di 2009an de hat ava kirin. Me di sala 2013an de dewr wergirt. Ji wê demê ve jî em bi kar tînin. Dema me wergirt û vir ve me tenê ji bo avdaniya axê borî çêdikirin. Me kar mezin kir û kapasîteya xwe jî bilind kir. Xebatkarên me jî gelek zêde bûn piştî me stend. Me di nav kargeha xwe de beşa ARGE (Vekolîn û Pêşxistin) damezirand û em niha bi hemû şêweyên boriyan hildiberînin. Em boriyên 219 mm, heta 3660 mm firehiya wan jî 3mm heta 30mm li Tirkiyeyê li gor TSEyê em boriyên herî fireh çêdikin. Qistasa hilberandina Enstîtûya Standartên Tirkiyeyê (TSE) heye. Li gor wan qistasan (qalinbûn, firehbûn) em xwedî belgeya hilberandinê ne.  Em boriyên xwe difiroşin hemû deverên Tirkiyeyê. Bi giştî em boriyan ji bo kar û berên bingeha şaristaniyê çêdikin. Her wiha boriyên avê, yên bendavan, yên çelîkan û boriyên ji bo di lîmanan de bên bikaranîn çêdikin. Beriya 2014an bi Herêma Kurdistanê re jî bazirganiya me hebû. Gelekî baş bû lê niha mixabin bazirganiya me li gel Herêma Kurdistanê qut bûye.”

“Handîkapa herî mezin tunebûna pergala bankayan e”

Şaban Altın li ser têkilî û danûstandinên wan ên bi Herêma Kurdistanê re jî dibêje: “Tunebûna pergala bankayan karkirina me bi Herêma Kurdistanê re kêm dike û wisa didomîne. Handîkapa herî mezin ew e ku tunebûna pergala bankayan e. Bazirganiyeke ewlehî tune ye. Li karên li wir li gor welatên din temînata pergalê tune ye. Bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de pir caran li deriyê sînorî jî disekine. Eger ev pirsgirêka pergala bankatiyê, ewlehiya deriyê sînorî û têkiliyên siyasî baş bibin wê geştir bibe. Dema hûn li Herêma Kurdistanê kar dikin ji neçarî hûn heqdestê xwe an jî mafê bazirganiya xwe bi ser dovîzfiroşan dikin. Dema hûn wî pereyî tînin Tirkiyeyê divê hûn li gor yasayên Tirkiyeyê tomar bikin. Li gor qanûna bazirganiyê ya Tirkiyeyê divê firoşkar dema bi ser 8 hezar lîrayî bazirganiyê kir divê wê firotinê di ser bankayan re bike. Nebûna pergala bankatîtiyê li hember karkirina me bi Herêma Kurdistanê re dixe astengiyê. Bankayên Tirkiyeyê ku li Herêma Kurdistanê kar dikin jî ji hemû karsaz û kargehan re nabin kefîl. Ev yek jî karkirinê gelekî zehmet dike. Teqez divê pergala fînansê li Herêma Kurdistanê bê avakirin.

“Li Tirkiyeyê karê avakirina avahiya bingehîn bi deste dewletê tê kirin”

Şaban Altın di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, bi giştî li Tirkiyeyê avakirin û başkirina avahiya bingehîn bi destê dewletê tê kirin û wiha pê de diçe: “Ev yek jî li ser bazirgan û mûtehîtan tê kirin. Em ji van projeyan re jî boriyan amade dikin. Boriyên me di projeyên avahiya bingehîn, çêkirina bendavan û hwd. de tên bi kar anîn. Niha boriyên me di projeyên Deryaya Spî, Îzmîr, Stenbol û Herêma me de tên bi kar anîn. Ev yek jî ji bo îstîhdama li welatê me gaveke erênî ye.”

“Têkçûna proseya çareseriyê karê me anî ber sekinînê”

Şaban Altın ku ji 2005an û vir ve di vê sektorê de kar û xebatên xwe didomîne, derbarê bandora şer, pevçûn û qedexeyên li bajarên Kurdan li ser karê wî û bazirganiya herêmê bi giştî, dibêje, “Sektora me jî sektoreke dînamîk e. Cara yekem em neçar man ku karê xwe bisekinînin. 3 mehan kargeha me rawestiya û kar nekir. Hemû mişterî, peydakarên me karê xwe sekinandin. Rewşa me niha baş e. Em dîsa bi serketin lê mixabin hin karsaz di wê demê de hê jî bi ser xwe ve nehatine û têk çûn. Rewşa wê demê gelek xerab bû. Em weke Dicle Boruyê niha li ser lingan ne û hêvîdar in ew karsazên ku di wê demê de gelekî zirar dîtine jî werin ser hemdê xwe û cardin bazirganiya xwe bikin.”

HEFTENAMEYA BAS