“Ji bo xwedîkirina mirîşkan sermayeke baş divê”

BAS – Gönül Gün

Li bajêrên Kurdan gelek cûre çandinî û bazirganî tên kirin. Em her hefte çend ji van karan tînin ber xwînerên xwe. Yek ji van cûreyan jî xwedîkirin û firotina mirîşk û hêkên mirîşkan e. Xwedîkirina mirîşkan her çiqas li malê hêsan be jî xwedîkirina li çêwlîgan gelekî zehmet û bi kêşe ye. Ev kar, him wek karê taybet tê hesibandin him jî divê ev kar bi pisporî bê kirin. Xwediyê çêwlîgên mirîşkan balê dikişînin û diyar dikin ku xwedîkirin û mezinkirina mirîşkan naşibe ajalên din ji loma divê mirov baş bizane bê ka mirîşk çawa tên xwedîkirin. Abdulkerim Yıldızê li gundê Dirbêsa ku girêdayî navenda Batmanê ye, bi zarûzêçên xwe ve li çêwlîgê bo hêkan mirîşkan xwedî dike û dibêje mirîşk ajalên pir narîn in. Ji lewma jî divê baş bên xwedîkirin. Abdulkerim Yıldız û Sedat Kerimoğlu di derbarê xwedîkirin, dermankirin û firotina mirîşkên çêwlîgan de ji Heftenameya Basê re axivîn.

Rojekê ji Hezar û 200 mirîşk, 700-800 hêk çêdibe

Abdulkerim Yıldız destnîşan dike ku li gundê Batmanê ev ji salekê zêdetir e li çêwlîgê mirîşkan xwedî dike û cara yekem e ku vî karî tecrûbe dike. Yıldız diyar dike ku çêwlîga wî ji konan pêk tê û dirêjahiya konan 20 mitro û firehiya wan jî 7 mitro ye. Ji bo mirîşk baş hêkan bikin û bi nexweşiyê nekevin divê kon, zivistanan germ û havînan jî hênik be. Abdulkerîm Yıldız axaftina xwe wiha didomîne: “Li çêwligê tenê mirîşk hene, bo hêkan tên xwedîkirin. Ne mirişkên malan ne yên ziraatê ne lê belê ev mirîşk yên bexçe ne, yanê digerin.  Di destpêkê de li çêwligê hezar û 200 mirîşk hebûn. Ev hezar û 200 mirîşk ji me re rojane 700- 800 hêk dikirin. Lê belê niha ji ber hin sedeman him hejmarên mirîşkan û him jî hêkên wan hindik bûne. Ev rewş jî ji ber ku an hewa germ e an jî ji ber nexweşiyê û sedemên din çêdibe. Niha dora 800 mirîşk hene û ji vî 800î jî di rojêkê de bi qasî 200-250 hêk tên berhevkirin. Li aliyê din mirîşkek li rojê dora 100-120 gr êm dixwe. Ev dike ku hezar mirîşk di rojêkê de 120 kîlo êm bixwe. Ev yek jî barekî giran e li ser xwediyên çêwlîgan. Germî û neyîna tecrûbeya me di vî karî de wisa kir ku ji sedan zaftir mirîşkên me mirar bibin.”

Heba hêkan 50 qirûş, kolî 15 Lîre

Yıldız amaje pê dike ku hêkên çêwlîga wî dernakevin derveyî bajêr û tenê li Batmanê difiroşê. Diçe marketan, lojmanan û ku her kî bixwaze hêkan difiroşe wan. Heba hêkan 50 qirûş e û koliya hêkan jî bi 15 lîreyan e. Di koliyekî de 30 heb hêk heye. Yıldız axaftina xwe wiha didomîne, “Yê ku ji vî karî fêm bike dikare bi rehetî debara xwe pê bike lê belê ev kar zanînekê dixwaze. Her wisa mirov divê her wext di nav mirîşkan de be û xwedîkirina wan baş bike û eleqeyê nîşanî mirîşkan bide ji ber ku mirîşk ajalên narîn in û naşibin ajalên din.” Abdulkerim Yıldız diyar dike ku bo vî karî divê sermayeke baş hebe û ne karekî hêsan e ku li gorî xwe zehmetiyên wî jî hene û wiha pê de diçe: “Em her roj hêkên xwe hildigirin û dibin marketan, bazaran, yek bi yek an jî di ser hev de difiroş in. Ji bo profesyoneliya vî karî û bazirganiya li gor normên cîhanê divê pêşî tu mişteriyan ji xwe re amade bikî. Heke ne wisa be dema mirîşkên te hêk kirin û te hêk birin bazarê, tu destevala vegerî malê tu nikarî di dahatûyê de êmê mirîşkan bikirî û wan têr êm û av bikî. Ji ber ku mirîşk ajalên narîn in, hûn tenê danekî jî êm nedin wan, nexweş dikevin, bêxêr dimînin û hêkan nakin. Ev yek jî dibe sedema berdewamnekirina bazirganiyê.”

“Mirîşk ajalên narîn in”

Sedat Kerimoğlu ku ew bi xwe jî di çêwligên mirîşkan de dixebite dibêje mirîşk heywanên narîn in. Kerimoğlu balê dikişîne ser dayîna êmê mirîşkan û dibêje di rojekê de, dan bi dan êm didin mirîşkan û wiha pê de diçe “Êmên ku em didin mirîşkan, emên bi qelîte û biha ne. Hezar mirîşkên me hene em di mehê de 3 ton êm didin mirîşkan. Bihayê torbeyê êmê bi qelîte 95 lîre ye lê ji ber ku em di carekî de zêde dikirin 3 ton êm ji me re, bi 5 hezar lîreyan tê.”

Mirîşk muzikê zehf hez dikin

Kerimoğlu destnîşan dike ku xwedîkirina mirîşkan eleqeyeke baş dixwaze, heta heke di zivistanê de piyên mirîşkan şil bin hêkê nakin û wisa pê de diçe, “Mirîşk ji muzikê, melodiyê zehf hez dikin, me tecrûbe kiriye. Dema ku em muzikê vedikin mirîşk zêdetir hêkan dikin lê belê eger ku em muzikê venekin wê demê mirîşk kêm hêk dikin. Her wisa dema ku em binê mirîşkan di mehekê de paqij nekin mirîşk hêkan kêm dikin, lê dema ku her hefte binê wan paqij bikî mirîşk zêde hêkan dikin. Ez dixwazim vêya bibêjim mirîşk zehf jî hewyanekî hişyar e. Gava ku rovî werin nêzikî van, hema dest bi girtegirtê dikin û wisa rovî nikarin nêzikî wan bibin û haya me jî wisa pê çê dibe.”

Sedat Kerimoğlu diyar dike ku dema kiryar hêkan dikirin divê gelek hişyar bin,  di pîyasayê de bo hêkan kontrol tune ye û wisa pê de diçe, “Ez dixwazim tiştekî bibêjim lê vêya kes zêde nizane. Niha emrê hêkekê bo xwarinê 28 roj in. Ger 28 roj derbas bibe divê ev hêk neyê xwarin. Hêka ku wextê wê derbas bûyî dibe sedema nexweşî heta dibe sedema mirinê jî. Niha li ser hêkan roj tê nivîsin lê ev roj ne rast in, hema wisa têne nivîsin. Em di vê mijarê de gelekî hesas in. Hêkên me di destê me de zêde namînin û em zû difiroşin.”

HEFTENAMEYA BAS