Başûr – Li sînorê Başmaxê 120 tanker benzîna xirab hat tiqûfkirin

Raviyan Pêncwênî 

BasNews – Hat zanîn ku 120 tanker benzîna xirab li deriyê sînorî yê Başmaxê hatiye tiqûfkirin.

Endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed ji BasNewsê re got, 120 tanker benzîna ku ji Îranê derbasî Kurdistanê hatibû kirin, li deriyê sînorî yê Başmaxê hat pişkinînkirin, piştî pişkinînê derket holê ku ew benzîn xirab e.

Xalib Mihemed her wiha got, li ser vê mijarê em bi parêzgarê demkî yê Silêmaniyê Omer Qeladizêyî re civiyan. Di civînê de hat gotin ku divê pêşiya wan tankeran were girtin.

Wî endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê da zanîn ku ew biryar ji hemû gumrikên sînor re hatiye şandin û ji wan hatiye xwastin, pêşiya benzîna xirab bigirin.

Çend roj berê jî zêdetirî 100 tanker benzîna xirab, ku ji Îranê derbasî Kurdistanê hatibû kirin, dîsa bo Îranê hatibû vegerandin.