Iraq 16 milyar dolar ji IMF deyn dike

Ti pişkek ji wî diravî ber para Kurdistanê nakeve

Ziryan Hacî 

BasNews – Endamekî Lêjneya Darayî ya parlamentoya Iraqê ragihand, Iraq dê 16 milyar dolar ji Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) deyn bike.

Wekîlê serokê Lêjneya Darayî ya parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê dixwaze 16 milyar dolar ji IMF deyn bike, parlamentoya Iraqê jî razî bûye, ji ber wê jî hikûmetê bi rayedarên IMF û banka navdewletî re dest bi hevdîtinan kiriye.

Ehmed Hacî Reşîd her wiha got, beşek ji wî diravî dê bo tijîkirina valahiya bûdceyê û yê din jî bo xilaskirina pirojeyên ava û elektrîkê were xerckirin.

Wî endamê Lêjneya Darayî ya parlamentoya Iraqê anî ziman ku ti pişkek ji wî diravî nagihê Herêma Kurdistanê û got, ji ber wê jî di dayîna wan deynan de ti barek nakeve ser milê Kurdistanê.