Şêwirmendê parlamentoyê: Bexda 4.20 milyar dolar deyn li ser herêma Kurdistanê hesab kiriye!

Karzan Sebah Hewramî

BasNews – Şêwirmendê parlamentoya Kurdistanê amaje bi vê yekê dike ku hikûmeta Iraqê bê agahiya Kurdistanê pareyek pir zêde deyn kiriye û bê ku beşa kurd bide bo dayîna wî deynî daxwazê li Kurdistanê dike.

Şêwirmendê parlamentoya Kurdistanê û çavdêrê siyasî Dr. Mihemed Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta naha Iraq 120 milyar dolar deyndare û bê ku yek dolar bide Kurdistanê, 4.20 milyar dolar li ser pare li ser Kurdistanê hesab kiriye. Ev jî peyameke bo wan kes û aliyên ku ji Iraqê hesdikin û Iraqçîtiyê dikin.’’

Herwaha got: ‘’Ewên ku naha ketine dû wî tiştî kerembikin bo dahat û deynên Iraqê jî hesaba xwe derbixin. Çima aborînas û parlamenterên we ji wê derê nayên?’’

Dr. Mecîd Silêman got: ‘’Divê hikûmet û rêveberiya herêma Kurdistanê pir hişyar be ku ew deyn dê her bixwazin bilind bikin û baca me dê girantir be. Ji ber vê hindî zû em bikarin xwe ji Iraqê rizgar bikin û serxwebûnê ragehînin her direnge.’’