Lûtkeya veberhênanê ya Duhokê û pêşniyaz: Dibe ku Duhok û Mêrsîn bibin destebirakên hev

Prof. Dr. Ahmet ÖZER

Lûtkeya veberhênanê ya Duhokê li ser vexwendina parêzgerê Duhokê FarhadAmeenAtruşhi û bi organîzasyona TISİADê di 28-29-30ê Nîsanê û 1ê Gulana 2017an de pêk hat. Ev civîna ku gelek serkeftî derbas bû, ji bo her du aliyan di warên  aborî, siyasî, civakî û çandî de gelek girîng bû. Di serî de ji Mêrsînê ji Antalya, Edene, Dîlok, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê nêzî 70 karsaz beşdar bûn.

Niha ji ber belaya DAIŞê nîgeraniyek û ji ber kêşeyên bi Bexdayê re kêmasiyên aborî hene. Tevî vê yekê jî ev herdu kêşe wê werin çareserkirin. Jixwe karê Mûsilê qediya. Di demeke nêz de Reqa jî dê ji DAIŞê were paqijkirin. Wê çaxê ji bo bazirganiyê rewşeke guncaw wê çêbibe û yê zû bide rê wê bikeve pêş. Parzgerê Duhokê FarhadAmeenAtruşhi ku kesayetekî erênî û kêfxweş e û mêvanperweriyeke gelek baş nîşan da, ji bo veberhênanê karsaz vexwendin bo herêmê. Digel erseyê bêpere, muafiyeta ji bac û gumrukê, bazareke guncaw çend ji teşvîkan bû…  A dimîne jî bi wêrekî veberhênan  e. Avakarina komîsyoneke hevbeş û di heyama îsal de pêkanîna du civînên dualî, biryarên herî şênber yên vê civînê bûn.

Lûtkeya duyem, di 15ê Tebaxê de dê li Mêrsînê kom bibe

Dîroka 15ê Tebaxê vê carê aliyê Duhokê bi şandeke 100 kesî ku birêz parêzger pêşengiya wê dike, dê werin Edene û Mêrsînê. Ev him ji aliyê bazirganî ve û him jî beriya referandûmê ji aliyê têkiliyên di navbera herdu aliyan de gelekî girîng e. Di vê civîna ku em beşdariyeke di asta wezîran de çaverê dikin, bûna bajarê bira ya Mêrsînê jî dê berbiçav bibe.Li bajarê Duhokê ku navenda lojistîk û bazirganiyê ye ji bo Iraq û herêmê û li ser deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ku tekane deriyê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê deye karsazên ku dixwazin derfetên kar bikarbînin, di vê civîna ku dê ji tevahiya Tirkiyê beşdarî hebe, derfetên kar dê werin nirxandin. Herwiha şande dê Herêma Pîşesazî ya Organîzeyê bigere û tiştên tên kirin di cih de bibîne.

Di civîna wê derê de ligel van, reorganizasyona deriyê Gumrukê yê Haburê jî hatibû vegotin. Di civînên fermî yên ku Cîgirê Parêzgerê Şirnexê û Parêzgerê Duhokê û Gerînendeyên Gûmrûkê yên herdu aliyan û em beşdar bûbûn de biryara çareserkirina vê pirsgirêkê di nava du mehan de, ji bo me girîng û cihê kêfxweşiyê bû. 

Ez ji Zaningeha Torosê weke Serokê Lijneya Zanistê ya TISİADê û Dekanê Peymangeha Endezyariyê yê Torosê Prof. Yusuf Zeren weke endamê nû yê lijneya zanistê, em herdu beşdarî civîna Duhokê bûn. Vê carê em ê beşdariya di asta akademiyê de zêdetir bikin. Em dixwazin bihêzkirina diyalog û danûstandinên di navbera zaningehan de bînin rojevê. Protokolên ku beriya me bi zaningehên Herêma Kurdistanê re çêkiribûn, ji ber wê heyama  bipevçûn û aloz hinekî rawestiya bûn. Niha jî dîsa zîndîkirina van peyman û protokolan weke daxwaza herdu aliyan derdikeve pêş. Ji ber wê yekê jî jibilî pîşesazî, bazirganî, turîzmê di warê perwerdeyê de jî wê hevkariyek pêş bikeve. Tenê dimîne nêzîkahiyeke bibiryar û wêrek ya zaningeh û karsazan.

Pêşniyaz…

Ji bo ku em van destkeftiyan bi dest bixin, me hin astengî kişandin. Karê li ber me pir e. Di vê derbarê de nexşeriya ku em pêşniyaz dikin ev e;

1)Reorganizasyonaderiyê Îbrahîm Xelîl (Habur) şert e

2)Dibe ku Lûtkeya Kar ya Iraq-Tirkiye, Lûtkeya Kar ya Bexdayê, bên kirin.

3) Dibe ku bi Serokên Odeyên Bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê re Lûtkeyeke Bazirganiyê pêk were.

4) Dibe ku xebatên ji bo biratiyeke di navbera bajarên mîna Bexda û Hewlêrê ku bajarên girîng in û bajarên Tirkiyê de pêk were. (Xebatên bajarên bira di navbera Edene an jî Mêrsîn û Duhokê de destpêkirin jî)

5)Dibe ku organîzasyonên danasînê bên kirin. (Li Hewlêrê û bajarên din)

6)Dibe ku şandeke bazirganiyê ya Iraqê ku endamên TÜRKONFEDê jî di nav de bin, were avakirin.

7)Helbet ya herî girîng jî îstîqrar e. Ji bo geşepêdana îstîqrara aborî çawa şert be, ji bo îstîqrara aboriyê jî îstîqrara siyasî şert e. Ji bo îstîqrara sîyasî jî serdestiya hiqûqê, rêzgirtina ji mafên mirovan re û demokrasiyeke tekûz û herwiha nêzîkahî û têkiliyên ku ji pêşdarazan dûr in û jidil in di navbera her du aliyan de, pêwîst in. Mercê vê yekê jî Aştiya Civakî ye û ew jî nêzîk e.

Ji Duhok û Tirkiyê gelek kesayetên girîng beşdar bûn

Kesayetên ku li ser navê saziyan beşdarî di vê civîna veberhênanê ku weke forûm birêve çû ev in: Serokê Komeleya Karsazên Iraqê yên li Tirkiyê (TISİAD)Nevaf Kılıç, Serokê Lijneya Zanistê Prof. Dr. Ahmet Özer, Serokê Lijneya Îstîşareya Bilind Selahattin Balkan, Serokê Fedreasyona Karsaz û Pîşesazên Çukurovayê (ÇUKUSİFED)Ali Doğan, Serokê Lijneya Serokan ya Karsaz û Pîşesazên Mêrsînê (MESİAD)Mustafa Güler, Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Mêrdînê (MARSİAD)Nasır Duyan, Serokê MÜSİAD a Mêrdînê, Serokê Odeya Bazirganiyê yê Êlihê, Serokê Odeya Bazirganiyê yê Şirnexê, Serokê Odeya Bazirganiyê yê Cizîrê, Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşepêdanê ya Dîcleyê (DİKA)Yılmaz Altındağ, Cîgirê Parêzgerê Şirnexê û Gerînendeyê Gumrukên Herêmî yê Rojhilatê Başûr.

Ji aliyê Herêma Kurdistanê jî; Ji Duhokê dostê me parlamenter Alî Halo, Parêzgerê Duhokê Ferhat Emen Arushi, Gerînendeyê Giştî yê Veberhênanê yê Herêma Kurdistanê Bextiyar Ameen, Serokê Komeleya Veberhênan Derar Zebarî, Serokê Yekitiya Belêndaran (Muteahit) ZerakTaher El Dosky û gelek karsaz û berpirsyar beşdar bûn.

*Serokê Beşa ŞBP yê Zaningeha Torosê û Gerînendeyê KEYAMê

Serokê Lijneya Zanistê yê TISİADê

HEFTENAMEYA BAS