Cotkarên Kurd: Dem Dema Çinandina Genim e

 

BAS – Gönül Gün

Cotkarên Kurd yên li herêmên wekî Cizîra Botan, Nisêbîn, Mêrdîn, Dîyarbekir û Batmanê genimê xwe yê ku di meha 10-11an de çandibûn, diçinin. Ji bo ku debarek baş bê bidestxistin cotkar balê dikîşînin ser zexmbûna axê, qelîteya tovê û lênêrîna erdê ku diçînin.   

Li Bakurê Kurdistanê çinandina nîsk, ceh û genim di meha Gulanê de bi taybet  herêmen wekî Cizîra Botan dest pê dike û ber bi Nisêbîn, Mêrdîn, Dîyarbekir û  Batmanê ve diçe. Ji ber rewşa cudahiya hewayê, van herêman hin cotkar di meha Gulanê de hinekên wan jî di meha Hezîranê de çandiniyên xwe diçinin. Em wek Heftenameya Basê bi cotkarekî ji Batmanê Elî Kaya re li ser cotkarî, çandin û çinandina genim axivin.

Cotkarê Kurd Kaya dest nîşan dike û dibêje beriya ku tov bên avêtin divê zevî bo çandiyê bê amadekirin û wiha qala çandiya genim dike; “Di meha 10-11an de genim li Bakurê Kurdistanê bi taybet li herêmên Botan, Diyarbekir, Mêrdîn û Batman tên çandin. Piştî cotkirinê, cotkar bi mîmzerê  tovê direşînin. Piştî ku tov avêtin 3 an jî 4 mehên din di meha Sibatê de ji bo ku erd zexm bibe û debra wan çandiniyan baş bibe, gubreyê biharê li axê dikin. Tiştekî taybet heye ev jî piştî ku tov li axê hat reşandin bi tapanê (giraniya tapanê 5-10 ton e)  li ser erdê diçin û tên. Sedema  bikaranîna vê amûrê jî ev e ku him ji bo ku tov li ser axê nemîne him jî ax rast bibe. Bi saya vê, çandin him hêsantir him jî baştir dibe.”

Ji ber mesrefên cotkariyê, cotkar zêde qezenc nakin

Kaya diyar dike  ku  li gorî rewşa hewa û seqamê cotkar di meha Sibat an jî Adarê de gubreyê duduyan ê biharê davêjen erdê û piştî gubre, cotkar dermanê kêzik û giyayên biyanî di nav erd dikin ku dema çinandinê debreke paqij bê bi dest xistin. Cotkarê Kurd amaje dike ku  çinandina genim di meha Gulan û Hezîrenê de dibe û wiha axaftina xwe didomîne; Ger di biharê de baran zehf barîbe wê demê çinandina genim bi qasî hefteyek û du hefteyan dereng dest pê dike. Ez dikarim herêm bi herêm behsa çinandinê bikim. Ji ber ku li Silopî, Cizîr ve Nisêbinê  bihar zû tê, ji ber vê jî di 15ê Gulanê de çinandin dest pê dike heta dawiya Gulanê berdewam dike. Lê li Batmanê di meha Gulanê de hêj çandin ter in, ji ber vê çinandina wan jî di vê heyvê de nabe.”  

Kaya bersiva, ‘Gelo debara cotkaran bi çandina genimê dibe?’ wiha dide; “ Ger cotkarekî dora 100 donimî zeviyê wî hebe û bi xwe di çinandinê de bixebite û traktor jî ya wî be, bi tenê hezar û 200 lîre pere dide bîçerger û hew. Cotkar ji tonek genim 800 lîre qezenc dikin hê mîlyarek jî qezenc nakin. Tevî ewqas mesref, di heman demê de bihayê gubre û zikata çandiniyê jî heye û ji ber van  mesrefan, ji cotkaran re zêde tişt namîne û têra debara salane ya cotkaran jî nake.”  Wekî din cotkarê Kurd dibêje ger cotkar li gund bijî û malbata wî ne pir qelebalix be, qezanca wî têra wî dike. Kaya dibêje bi giştî yên ku karê çandinê dikin ne xweyî erd in û zeviyan kirê dikin û li Batmanê ji bo du salan erd têne kirêkirin.

Kaya tîne ziman û dibêje; bo 100 donim erd, nêzî 3 ton genim tê avêtin. Qelîteya tov, zexmbûna axê, lênêrîna axê tevî van hokeran ji 3 ton genim bi giştî 40-45 ton genim tê bi dest xistin. Kaya destnîşan dike ku dewlet alikariya mazot û gubreyê dide kesên xweyî erdan. Lê belê dewlet kesên ku ne xwedî erd û tapû bin, alîkariya wan nake. Cotkarên ne xweyî erd in zeviyê kirê dikin û wisa cotkariyê dikin.

Li Batmanê gelek cure genim tên çandin

Li gorî cotkarê Kurd Kaya,  di  cotkariyê de pirsgirêka herî mezin ew e ku buhayê bazara debra cotkaran dewlet diyar nake û cotkar li gorî xwe diyar dikin û wiha pê de diçe, “Ger dewlet fiyeteke sabit diyar bike ( heqê cotkaran jî nexwe û paşguh neke ) wê li gor enflasyon û tufeyê jî fiyata debra cotkaran zêde bûbiya. Dewletê ne ku buha kifş dikir buhayek pêşniyar dikir. Mesela digot îsal  buhayê genim wê ne kêmî mîlyarekî be.  Wê demê bazirganan jî nedikarî dakevin binê vê fiyatê. Ji ber  ku li gor vê fiyatê bac didan  û fiş didan. Êdî dewlet vê pêşniyarê nake ji ber vê jî cotkar  li gor xwe tevdigerin”

Kaya balê dikişîne ser rewşa cotkariya Batmanê û amaje dike ku Batman deşt e û çiya pir zêde nîn in. Ji ber vê jî ev bajar bi giştî cihê çandiniyê ye. Dema ku di salên wekî 1940, 1950 û 1960î de makîne hatine, ji wê rojê heta niha li vî bajarî çandiniyê dest pê kiriye û berdewam dike. Kaya wiha behsa genimên ku li Batmanê digihêjin dike, “Li Batmanê gelek cure genim tên çandin. Yek genimê Adana-Seyhan, genimê 93 (di sala 93 an de dewlet tov daye cotkaran, cotkaran jî dest bi cotkariyê kirine û ev tişt hê jî didome) genimê Çukurova, genimê sor, zer, hişk, nerm û genimê Amerikayê heye. Taybetmendiyên geniman li gor bikaranîna nan an jî bo xwarinê ji hev cuda dibin. Dema ku cotkar li erdê xwe dinêrin, di rengê simbêlan de dizanin kîjan genimê cotkirinê û kîjan genimê avêtinê ye.” Cotkarê Kurd rave dike ku seranserî Tirkiyê bi taybetî nîsk û cehê herî baş li Bakurê Kurdistanê çêdibe. Piştî Qonyayê jî genimê herî baş bi taybetî li Mêrdin û Batmanê digihêje. Kaya dibêje ev yek taybetmendî û dewlemendiya çandiniya Bakur Kurdistanê eşkere dike.

HEFTENAMEYA BAS