Bîçerger çaverêya demsala dirîtinê dikin

BAS - Dara Porxelek

Bîçerger çaverêya demsala dirîtinê dikin û cotkar çaverêya bîçergeran... Li Bakurê Kurdistanê ev meh, meha dirîtina çandiniyan e. Cotkarên Bakurî jî di vê mehê de çaverêya bîçergeran dikin. Çandinî li Botanê zû digihîje. Bîçerger jî demsala dirîtinê bi Cizîrê vedikin û ber bi Mêrdîn û Batmanê ve diçin, herî dawî jî di meha Tebaxê de berê xwe didin Serheda bilind ku havîna wê dereng tê û çandinî dereng digihîje. Bîçergerê Batmanê Mihemed Ekîncî diyar dike ku demsala kar tenê 3 meh an jî 3 meh û nîv in. Ekîncî diyar dike ku pêşî diçin Mêrdînê û li wir genim, nîsk û ceh didirin. Di nîvê meha Hezîranê de jî berê xwe didin Batmanê û niha jî li Batmanê dixebitin. Ekîncî destnîşan dike ku eger neçin derveyî Botan û Serhedê, tenê bi dirîtina bajêr debara wan nabe.

Ligel erdnîgariya ne deşt û rast jî bîçergerên Kurd ji cotkaran re debra wan cuda, kaya wan cuda hûr dikin. Bîçerger li pişt makîneya xwe ve romoqê girê didin ku debrê dikin nav depoya xwe û kayê jî dike nav romoqê. Lê dirîtina bi vî awayî herkes naxwaze. Hin cotkar kayê naxwazin û tenê bo dirîtina çandiniyên xwe heqdestê bîçergeran didin. Eger cotkar kayê jî bixwazin wê demê bîçerger serê tonê hinek din jî pere ji wan distîne. Hinek bîçer tenê genim û ceh didirin. Ji ber vê yekê jî cotkar careke din qesel û pûşê di nava çandiniyê xwe de berhev dikin û li patozê dixin. Ekîncî herwiha cotkariyê jî dike û destnîşan dike ku  cotkar pir mexdûr dibin, divê dewlet bo çandinî û dirîtinê piştgirî bide cotkaran.

“Dever dever digerin û çandiniyê didirin”

Helîm Yuksel ji Heftenameya Basê re wiha diaxive: “Ev mehek û nîv e demsala dirîtina 2017an dest pê kiriye. Vê demsalê jî bi giştî em ê 3 meh an jî 3 meh û nîvan bixebitin. Her wiha em ê bo vê xebatê jî bigerin.  Ji ber ku îsal dirîtina çandiniyan di meha Remezanê de ye em hinek zehmetî dikşînin lê ev karê me ye û bo debara me bibe em dikin em ê her bikin jî.”

Di carekî de him kayê çêdikin him jî berhemên cotkaran didin hev

Bo dirîtina her cûre mehsûl, bîçerên cuda hene. Demsala dirîtina mehsûlên her herêmê li gor şilî û germahiya biharê ye. Em pir mijûl in. Li herêmên şilî em dereng dest pê dikin û dereng diqedînin. Em li vê herêmê zû dest pê dikin. Xebatên me jî li gor makîneyên me diguherin. Ev bîçera ku ez niha bikar tînim bi patoz e. Yanî dema ez çandiniyê dibirim, mînak genim dibirim, genim diçe depoya bîçerê û qesel jî diçe patozê. Patoz wê qeselê dike ka û ka jî diçe romoqa piş bîçerê. Dema romoq tije dibe cotkar tên romoqê diguherînin. Bi vî awayî cotkar him çandiniya debra xwe dikin him jî bo ajal û firotinê kaya xwe amade dikin. Hinek bîçer tenê genim û ceh didirin. Ji ber vê yekê jî cotkar careke din qesel û pûşê din ava çandiniyê de berhev dikin û li patozê dixin.

Germa salê tesîrê li çandinyan dike

Li Bakurê Kurdistanê dema dirîtina mehsûlan, bîçerger berê xwe didin Wêranşar a Rihayê. Bîçerger li wir qampê vedikin û li benda amadebûna çandiniyan e da ku bidirin. Wêranşar dikeve devera Mezopotamyaya jorîn û erd û zeviyên wê pir bi bereket in. Dema demsala dirîtinê tê, kelecana bi cotkaran re xwe dide ber dilê bazirganan jî. Li hin deveran dirîtina ceh dest pê kiriye. Heta demeke din wê ya genim jî dest pê bike. Li Wêranşarê piştî dirîtina ceh, gilgil tê tovkirin. Di vê demsalê de bi sedan bîçerger berê xwe didin Wêranşarê û bi cotkaran re bazarê dikin. Li Bakurê Kurdistanê di meha Gulanê de ceh û nîskên Cizîrê bo dirîtinê amade ne. Ji ber germa zêde mehsûl zû digihîjin. Cotkar jî dema mehsûlên wan digihîjin bangî bîçergeran dikin da ku bîçerger bên û debra çandiniyê xwe ya piştî dirîtinê bibînin. Bi taybetî jî nîsk û ceh zû digihîjin. Heta ceh û nîskên herêmê tên dirîtin genim jî digihîje.

HEFTENAMEYA BAS