Desteya Tûrîzmê: PKKê ziyanek mezin li sektora tûrîzma Kurdistanê daye

Bi sedan gundên Başûr ji aliyê PKKê ve hatine zeftkirin

Ziryan Hacî 

BasNews – Berpirsekî Hikûmeta Kurdistanê dibêje, hebûna hêzên PKKê li deverên sînorî û tûrîstî yên Kurdistana Başûr ziyanek mezin li sektora tûrîzma Kurdistanê daye.

Berdevkê Desteya Tûrîzmê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî ji BasNewsê re got, ew gund û deverên sînorî yên ku hêzên PKKê lê bicîh bûne, cihên tûrîstî ne lê ji ber ku metirsî û nebûna ewlehiyê tûrîst nikarin serdana wan deveran bikin.

Nadir Rostî her wiha got, ji ber hebûna hêzên PKKê li wan deran heta niha me nekariye xizmetguzariyên pêwîstî bo wan cihan bikin. Eger ew der bo tûrîstan were vekirin dê sûdek mezin bide Kurdistanê.

Wî berpirsê Hikûmeta Kurdistanê da xuyakirin ku hebûna hêzên PKKê li wan deveran, ziyanek mezin li sektora tûrîzmê daye.

Zêdetirî 500 gund û deverên tûrîstî û sînorî yên Kurdistana Başûr di bin destê PKKê de ye ku piraniya wan dikevin aliyê Duhokê.