Îro 7.mîn festîvala navnetewî ya fîlman a Duhokê bi dawî dibe

16/09/2019 - 14:52 Kategori ÇAND Û HUNER

Tuwana Şêxanî

BasNews – Îro 16.09.2019ê êvari 7.mîn festîvala navnetewî ya fîlman a Duhokê bi dawî dibe û di çend rojên pêş de jî navên herî baş û fîlmên herî serkeftî dê bên aşkera kirin.

Derbarê dema aşkera kirina navê fîlmên herî baş ên festîvalê û kesên serkeftî, serpereştyarê hunerî yê festîvalê Şewket Emîn Kurkî di daxuyaniyekî de ji K24ê re ragehand: ‘’Roja 20.09.2019ê navê fîlmên herî baş dê bê aşkera kirin, tîmekî navnetewî helsengandin bo fîlman dike.’’

Di festîvalê de 112 fîlmên cuda cuda ku berhemên 74 welatan hatin pêşandan, 50 fîlm ji wan kurdî ne, herwaha 55 fîlm pêşbirkê li ser wergirtina xelata herî serkeftîbûnê ya festîvalê dikin.

Derveyî mêvanên navxweyî 120 hunermendên ji parçeyên din ên Kurdistanê û biyanî beşdarî di festîvalê de kirine, ew festîvale wek festîvala hunerî ya herî mezin a herêma Kurdistanê tê zanîn.

K24 sponseriya medyayî ya festîvalê dike û rojane çalakiyên festîvalê bi awayekî rasterst ji temaşavanan re vediguhêze.

Herwaha derveyî pêşandana fîlman, rojane gelek panel li ser mûzîk, stran û sînemayê jî birêve diçin.

Albûma Wêneyan