14.mîn festîvala şanoya serşeqam a Merîwanê destpê kir!

24/08/2019 - 12:20 Kategori ÇAND Û HUNER

Şerîf Felah

BasNews – Duh 23.08.2019ê piştî nîvro 14.mîn festîvala şanoya serşeqam a Merîwanê bi yekem şanoya ku berhemekî biyanî bû li parka şanoya Sine destpê kir.

Festîvala şanoya serşeqam a Merîwanê ku ji 8 beşên cuda cuda ye, ‘’Pêşbirkeya Îran, pêşandana ol û kevneşopî, pêşbirkeya şanoyên netewan, şanoyên zarokan û ciwanan, mêvanan in.’’

Li gor gotinên berpirsan û rêveberên festîvala şanoya serşeqam a Merîwanê, bi giştî 300 berhemên cuda cuda rengîn geheştine ofîsa wê festîvalê û 90 berhem ên şanoyên biyanî ne û ji aliyê lijneya pispor a hakem ve helsengandin li ser hatiye kirin û ên hatine helbijartin jî dê rojên festîvalê de li cîhên cuda cuda yên Merîwanê, Sine û çend gundekî derdora Merîwanê dê bên pêşandan.

14.mîn festîvala şanoya serşeqam a Merîwanê cuda li berhemên hunermendên kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li herêma Kurdistanê û gelek welatên wek Holanda, Meksîka, Rûsya, Îtalya, Brezîlya, Ukrayna, Ermenîstan, Umman, Gurcistan û Lubnanê ve gelek şanoyan ve beşdarvan ji welatên cuda beşdar dibin.

Festîvala şanoya serşeqam a Merîwan yek ji bûyerên çandî û hunerî yên giring ên Îran û Rojhilata Navîne û xwedî pêgehekî giring e û ev yek jî bûye sedem ku Merîwan wek paytexta şanoya serşeqam a Îranê bê pênase kirin.