Hunermendekî kurd koça dawiyê kir!

19/08/2019 - 10:37 Kategori ÇAND Û HUNER

Tuwana Şêxanî

BasNews – Hunermendekî kurd, ku yek ji maqambêjê navdar ê Kerkûkê ye koça dawî kir.

Stranbêjê kurd Şaxewan Kerkûkî vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 19.08.2019ê hunermend û maqambêjê Kerkûkê Mîqdad Mihemed Omer koça dawiyê kir.’’

Herwaha got: ‘’Mîqdad Mihemed sala 1935ê ji dayîkbûye, şarazayê gotina maqamê kurdî, erebî û tirkmenî bû, hevalê hunermendê koç kirî Elî Merdan bû.’’