Derhênerên belgefîlma Bakur hatin cezakirin

21/07/2019 - 20:02 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews - Derhênerên belgefîlma Bakur Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglû bi sûcê hinceta “propagandaya terorê” 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Îro li Stenbolê li Taksîmê gurubeke siyasetmedarên weke parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HiDP) Saruhan Oluç, parlementerên Partîya Gel a Komarî (CiHP) SezgÎn Tanirıkulu û Alî Şeker, dayîkên şemîyê gelek rewşenbîr, rojnamêvan, nivîskar û her du derhêner Demîrel û Mavîoglu  daxuyanîyek belav kirin.

Yek jî derhênerên Belgefîlma Bakur, Ertugrul Mavîoglu berîya daxuyanîyê axifî û got: “Her caran didin nîşan ku em li Tirkîyê dijîn. Ne hema tenê 4 sal û 6 meh ceza girtîgehê, Selahattîn Demîrtaş jî di girtîgehê de ye. Bi hezaran xwendevan jî di girtîgehan da ne. Ev rastîya Tirkîyê ye. Bi vê rastîyê re mirov tekoşînê dike serî natewîne û bêdeng namîne.”

Lîstikvana sînemayê Nur Surer daxuyaniya nivîskî xwend û got: "Di sala 2013 de, dema pêvajoya çareserîyê û aştîyê de belgefîlma Bakur hat kişandin. Di nav sînorên Tirkîyê de kampên PKK hatin kişandin. Her wiha ev belgefîlm jibo pêvajoya vekişîna rexistinê ya ji derketina sînorên Tirkîyê jî dîmen girtîbû. Belgefîlm sala 2015an hat amadekirin û di heman salê nîşandana wê ya li Mihrîcana Fîlmên Navnetewî ya Îstenbulê hat asteng kirin. PIştî vê yekê Bakur hem li Tirkîye hem jî li gelek dewletan hat nîşandan.

Belgefilma Bakur di dema proseya çareseriyê da hatibû kişandin û li gelek cihan hate nîşandan. Bi dawîbûna proseya çareseriyê nîşandana belgefilma Bakur jî hatibû rawestandin û derbarê derhênerên belgefilmê da lêpirsîn hatibû vekirin.