Qamişlo – Semînerek derbarê Celadet Alî Bedirxan da birêveçû

16/07/2019 - 18:49 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistan bi boneya 68 saliya koça dawî ya Mîr Celadet Alî Bedirxan semînerek hat li darxistin.

Nivîskarê naskirî yê kurd Konê Reş di semînerê da gotarek derbarê Dibistana Bedirxaniyan da, pêşkêş kir. Ev semîner di çarçoveya festîvala Şeşem ya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo birêvaçû.

Nivîskar Konê Reş dsemînerê da behsa behsa rola "Bedirxaniyan” di pêşxistina zimanê kurdî da û çawaniya parastina ziman, kir. Herwiha  keda Celadet Alî Bedirxan a di pêşveçûna ziman û rola wî ya di weşangeriya kurd da jî ji aliyê nivîskar Konê Reş va di semînerê da hat behskirin.

 

Görüntünün olası içeriği: bir veya daha fazla kişi ve oturan insanlar