Xorasan - Encama pêşbirka helbestê ya Milwarî diyar bû

14/07/2019 - 17:23 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews- Roja çarşemê 10.07.2019, yekem pêşbirka helbesta kurdî li Xorasanê bi dawî bû.

Pêşbirka helbesta kurdî bi navê "Milwarî"yê hatibû lidarxistin. MIlwarî navê meşûqa helbestvan û arifê kurd Ceferqulîyê Zengilî ye ku di serdema Qacaran da li Xorasanê dijîya.

Pêşbirka "Milwarîyê" li Xorasanê şor û kelecanek xiste dilê helbestvanên kurd û pêşwazîyeka bêhempa ji vê meresimê hat kirin.

LI dûv wêne û agahîyên belavbûyî li ser kanala telegramê ya bi navê @kaniyadil ev meresim bi awayekî rêkûpêk û pisporane hatîye lidarxistin û herwisa gelek hunermend û nivîskarên xeyrî-kurd jî di merasimê da bûne mêvan. LI gor agahîyên belavbûyî pêşbirka "Milwarîyê" dê salê carekê were lidarxistin.

JIbo vê pêşbirkê gelek helbest hatin pêşkêşkirin û li gorî pîvan û krîterên dadweran sê helbest wek nimûneyên herî baş hatin hilbijartin.

Koma dadweran bo hilbijartina baştirîn helbestan, ji çar kesan pêk dihat: Elîriza Spahî Layîn, Dr. Ferhadî, Muhemed Teqevî û Dr._Hesen_Roşan

Hilgirên xelata yekemîn pêşbirka helbesta kurdî li Xorasanê ev in:

Xelata yekem: Mehbûbe_Seadetmend

Xelata duyem: Seîd_Rustemî

Xelata sêyem: Evdila_Goherî

Ev demek e ku kursa hînbûna helbesta kurdî li bajarê Meşhedê li navenda Xorasana Rezewî berdewam heye û Elîriza Spahî Layîn mamostetîyê di vê kursê da dike.

WIsa xuya ye ku merasim û pêşbirkên çandî yên bi vî rengî dikarin gelek sûdmend û bandormend bin bo parastin û vejandina kultûr û zimanê kurdî li Xorasanê.

Zêdetir ji 1 mîlyon kurdên kurmancîaxêv li du eyaletên Xorasana Bakurî û Xorasana Rezewî ya Îranê dijîn. Bajarên kurdan ên li Xorasanê Meşhed, Qoçan, Şîrvan, Bojnurd, Radkan, Raz, Çinaran, Deregez, Faroj, Bacgîran, Kelat, Layîn, Serwîlayet, Esferayîn, Cowîn, Aşxane, Similxan in.