Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî dihête çapkirin

15/05/2019 - 22:26 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews- Berhema Mela Mehmûdê Bazîdîyî ya, Rîsaleyî Tûḧfetu’l-Xîlän Fī Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da), ku ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatîye amadekirin.

Weqfa Mezopotamyayê aşkere kiriye berhema Mela Mehmûdê Bazîdîyî ya, Rîsaleyî Tûḧfetu’l-Xîlän Fī Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da) ku ji beşên rêziman, ferhengok û dîyalogan pêk dihê û yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A. Jabayî da cih girtîye wê çap bikin.

Di vê pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdîyî hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî hene. Karê nirxandin, latînîzekirin û sadekirina vê berhemê ji hêla akademîsyen Mîkaîl Bilbil û Mustafa Ozturkî ve hatine kirin.