Zana Farqînî: Divê kurdî bibe zimanê peywerdeyê

15/05/2019 - 21:12 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews - Zimanzan Zana Farqînî di hevpeyvîna taybet ya ser Roja Cejna Zimanê Kurdî de rewşa zimanê kurdî li Tirkîye dinirxîne.

Zana Farqînî VOAyê ra gotiye Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji 2006an vir va ev roj anku salvegera destpêbûna Kovara Hawarê ya di 15ê Gulana 1932an de, wek roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.

Farqînî rewşa zimanê Kurdî li Tirkîyê ne dilxweşker dibîne, bi sedema ku bi vî zimanî perwerde nayê kirin.

Farqînî wiha gotiye:"Di vê sedsalê de ger zimanek nebe zimanê perwerdê, mirov nikare behsa sibêroja wî zimanî bike jiber ku asîmîlasyon bi lez û bez li pêş dikeve. Jiber vê yekê, tenê weşanên Kurdî, dersên hilbijartî têra vê yekê nake ku em bikaribin zimanê xwe derbazî nifşên nû bikin.”

Farqînî balê dikşîne ku li bajarên mezîn, taybetî li Stenbolê bo kesên ku bixwazin hînî kurdî bibin derfetên pir kêm hene.Farqînî rewşa zimanê kurdî jî bi bîr dixe û wiha dibêje:“Li Stenbolê tenê komaleyek heye ku bi navê komaleya Xebatên Zimanê Kurdî tê nasîn. Li vê derê tenê bi rêka kursan mirov dikare Kurdî hîn bibe. Li Stenbolê ku bi mîlyonan kurd lê dijîn, sazîyeke wiha ne pêkan e ku pewîstîyên zimên bi cîh bîne. Xebatên ku têne kirin xebatên dilxwazî û canbexşane ne û bo astengkirina asîmîlasyonê ne.”