Ahmed Kanî pirtûka xwe ya li ser Rojnameya Kurdistanê da nasîn

12/05/2019 - 23:41 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews- Nivîskar, rojnamevan Ahmed Kanî li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî, pirtûka xwe ya ”analîzek li ser Rojnameya Kurdistan” da nasîn.

 Ev xebata Ahmed Kanî teza wî ya lîsansa bilind e, li Zanîngeha Artuklu-Mêrdînê. Ahmed Kanî bi hûrgilî li ser naveroka rojnameya Kurdistanê xebitiye. Kurdistan yekem rojnameya kurdî ye û cara pêşî 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê derketiye. Xwedî û berpirsyarê pêşîn Mîqdad Mîdhet Bedirxan e, pişt re birayê wî Ebderrehman Bedirxan dibe xwedî û berpirsyar. Li sê welatên cihê, Misir, Îngilîstan û Swîsreyê, li ser hev 31 hejmarên wê derketine.

Her çendî li derveyê welat derdiket, lê li nava welêt jî dihat belav kirin. Lê birêvebirên Osmanîyan ew qedexe dikir û nedihêla ku li Kurdistanê belav bibe.

Ahmed Kanî di sala 1958an li Amedê ji dayik bûye. Di sala 1980an de ji Enstutuya Perwerdeyê ya beşa tirkî xwendiye. Li Zanîngeha Anatolîyayê beşa Rêvebiriya Giştî û li Zanîngeha Stenbolê Beşa Rojnamegerîyê xwendiye. Li Zanîngeha Artukluyê li ser rojnameya Kurdistanê teza masterê nivîsiye. Niha li Zanîngeha Dîcleyê wek xwendekarê taybet  ê doktoraya kurdî dixwîne. Ahmed Kanî di sala 2017an de "Morfolojîya Kurmancî û Zimannasî" pirtûkek lêkolînê nivîsandiye.