Diyarbekir - Bernameya Mihrîcana Şanoyê diyar bû

23/04/2019 - 20:59 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews - Şanoya Bajêr a Diyarbekirê Heftem Mihrîcana Şanoyê ya Diyarbekirê li dar dixe. Bernameya mihrîcanê eşkere bû. Bername wê di navbera 26ê Nîsanê û 5ê Gulanê de bê lidarxistin.

Herwuha mihrîcan wê di 26ê Nîsanê de bi lîstika “Tenê Ez” a Teatra Jiyana Nû dest pê bike. Wê komên şanoyê ji Diyarbekir, Wan, Stenbol û Mahabadê beşdarî mihrîcanê bibin.

 Di çarçoveya mihrîcanê de wê workshopa ya bi navê “Hêzên Azad ên Palyaço” ku Ezgî Keskîn derhêneriya wê dike jî bê lidarixstin. Wê Salona Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê malovaniya mihrîcanê bike.

Bernameya mihrîcanê wiha ye:

26ê Nîsanê roja înê

* 19.00: Tenê ez

27ê Nîsanê roja şemiyê

* 15.00: Tenê Ez

* 19.00: Ji min ewqas (Benden bu kadar)

28ê Nîsanê roja yekşemê

* 19.00: Mal be Kol

29ê Nîsanê roja duşemê

* Zargotin Zêrgotin e

30ê Nîsanê roja sêşemê

* 19.00: Kozik

1ê Gulanê roja çarşemê

* 19.00: Zabel

2ê Gulanê roja pêncşemê

* 15.00: Zabel

* 19.00: Serûbin (Altust)

3ê Gulanê roja înê

* 15.00: Serûbin (Altust)

* 17.00: Hêzên Palyaçoya Azad

* 19.00: Teyba dawî ya Krapp

4ê Gulanê roja şemiyê

* 15.00: Ji Akademiyê Re Raporek

* 19.00: Xeyala lal (Lâl hayal)

5ê Gulanê roja yekşemê

* 19.00: Tartuffe