Bi nota...Çîroka stirana ''Min bêriya te kiriye''

23/03/2019 - 09:59 Kategori ÇAND Û HUNER

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Navê hunermend (Şahîn Muhsin Derwîş) yê hunerî (Alan Botan) e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988´an got min:- Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re pêşkêş kir, ya ku min gazî dikirê "dayê".

Êdî Xemse kî ye? Ez ê li pey pêzanînên malbat û xizmên xwe ron bikim.

Malbata Alan Botan û malbata me

Egîd Axa birayê Resûl Axê ye, Resûl serokê êla Jêliyan bû û Egîd alîkarê wî bû û bapîrê min Ehmê Temer li Erih-Sêrt-Botan berpirsê çekdarên vê êlê bû.

Malbat û xizmên me li gundên Lodê dijiyan (Lodê, Şîşil, Xwaran û Şêx Şehwelî) û malbat û xizmên Egîd Axê li Deşta Mişarê dijiyan (Gundên Mendek´er´an) û Egîd Axa bixwe li gundê Goveşilê dijiya. Sala 1925´an bavê min hat dunyayê, Xemsê navê (Sebrî) jê re hilbijart û her wesan navên çend endamên malbata me jî ji pêşniyazên malbata Egîd Axê û malbata Resûl Axê bûn. 

Tahir Lodî behsa Xemsê kir

Xalê min berê li Zaxo dengê bavê xwe Tahir Lodî tomar kir. Ez carekê li Zaxo mêhvanê wî bûm, got min:- Bûrayekî min ji Silopya hat Zaxo û ew kasêt ji min bir û hêşta nevegerrandiye. Bavê min di kasêtê de behsa rûdanek kir, belku di sala 1933´an de li Botan rûda. Hingê leşekrê dewletê hêrrişa êla me Jêliyan kir û pirraniya endamên malbata me digel malbata Resûl û Egîd Axê ji cih û warên xwe revîn û berbi Sûriyê ve çûn û di wê hêrrişê de tenê bi destê Xemsê heft serbaz hatin kuştin. Malbatên axayên me û pirraniya endamên malbata me gehiştin Sûriyê, lê bavê min rêka xwe winda kir û gehişt Zaxo.

Bi kurtî, bapîrê min Tahir Lodî navê keça xwe kir Xemse, ji ber ku ewî rêz li binemala Egîd axê digirt.

Ez û Xemse

Piştî ku me Kurdan li başûrê welêt otonomî wergirt, Xemse hat bo serdana Şorreşa Eylûlê û carekê ewê bi alîkariya bavê min serdana Baregehê Barzanî jî kir. Min carekê Xemse li gundê Nawpirdan li mala bavê xwe dît, min albûmê bavê xwe jê re anî û wênê bapîrê xwe Ehmê Temer´î nîşa wê da, ewê di cih de ew nasî û rondik ji çavên wê jî barîn.  

Û dema min sala 1988´an li Stockholmê ji Alan Botan re serdana dapîra wî bo Şorreşa Eylûlê behs kir, bêhna wî teng bû û got:- Ez nuho jî bêriya wê dikim…

Xwendewarên rêzdar, di dawiyê de daxwaza lêbûrînê dikim eger min kêmahiyek yan çewtiyek di vê gotarê de hebe û ez sipasdar im. 

Min bêriya te kiriye

Ez awaz û peyvên vê stiranê ka çawan ji Alan Botan fêr bûm, min welê jî nivîsîn.

M´ bêr´ya te kiriye

Bawer ke m´ bêr´ya te kir´ye
                 Bipirse j´ rengên biharê
                 Bipirse j´ gulên wê darê

Min bêr´ya te kiriye

Bawer ke m´ bêr´ya te kir´ye…

………………………..

 

Ev çend sala ´z girtî me

Bi evîna te dijîme

Bi evîna te d´jîme

Bawer ke m´ bêr´ya te kir´ye

Dema te d´ bîra xwe tînim

Hêstirên nû dir´ijînim

Min bêr´ya te kiriye

Bawer ke m´ bêr´ya te kir´ye…

………………………..

 

Evîn nebe jîn şîn e

Jîna bê te qîmet nîne

Jîn bê te qîmet nîne

Bawer ke m´ bêr´ya te kir´ye
                   Bipirse j´ kevokên aşt´yê

Ew ê j´ te re bêjin rast´yê

Min bêr´ya te kiriye

Bawer ke m´ bêr´ya te kir´ye…

 

 

 

 

 

Albûma Wêneyan