Vîdeo - Stranên Mihemed Şêxo hîn di nava gel da ne

09/03/2019 - 20:33 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews - Di rojeke wek îro de û di 9ê Adara sala 1989an de hunermendê kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şêxo koça dawiyê kiribû, lê heya roja îro jî awaz û stranên wî di nav gelê kurd de wek xwe mane û nû dibin.

Mihmed Şêxo, di sala 1948an de, li gundê Xecokê yê ser bi bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ve ji dayîk bûye. Navê wî yê rast Mihemd Salih Şêxmûs e, lê ew bi navê Mihemd Şêxo û Bavê Felek navdar e û mezinê 11e biran e. Heya roja îro  kelûpelên hunermendên navdar, wek xwe mane, wek şûnewarên kevnar di mala birayê wî Beha Şêxo de tên parastin.

Jiyana hunermend Mihemd Şêxo Bavê Felek bi vî awayî destpê dike, di sala 1957an dest bi xwendinê dike û di sala 1969an de di nava civaka xwe de dest bi strananbêjiyê dike û riya hunerê digre. Mihemed Şêxo bi armanca fêrbûna mûzîkê û xizmeta hunera kurdî, di wê demê de  berê xwe  dide Libnanê û du salan li wir dimîne û têkeliyên wî bi hunermedên kurd û ereb re bihêz dibin, herwiha bi grûpeke hevalên xwe ku tê de hunermendê kurd Seîd Yosif û Mehmûd Ezîz jî hebûn koma "Serkewtin û Newroz" dademezrînin û piştî du salan ew vedigere Qamişlo.

Mihmed Şêxo demekê li bajarê xwe Qamişlo dimîna piştre berê xwe dide Bexdaya paytexa Iraqê û li wir du stranên xwe di radioyekê de tomar dike,  û ji wir berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve tê pêşwazîkirin. Bavê Felek li Başûrê Kurdistanê gelek hunermêndên kurd nas dike, wek Mihemd Arif Cezrawî, Şemal Sahîb û Tehsên Taha û çendîn hunermendên din.

Piştre vedgere  Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, her wiha strana Ay Gewrê li Şamê tomar dike, lê rejîma Beis li Sûriyê astengiyan li pêş xebata wî ya hunerî çêdike û taybet li pêş stranên wî yên şoreşgerî,  ji ber zilma rêjîma Beis careke din hunermend Bavê Felek berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û tevlî şoreşa Îlonê dibe û di nav refên Pêşmergeyên Kurdistanê de cih digre, lê qedera wî jî wê demê wek Kurdên Başûr bi têkçûna şoreşê re koçberî Rojhilatê Kurdistanê dibe. li Rojhilatê welêt çend salan mamostayatiyê dike û têkeliyên wî bi rewşenbîr û siyasetmedarên kurd re bihêztir dibe.

Mihemed Şêxo di koçberiya xwe de, hevjîniyê bi keçeke kurd a Rojhilatê Kurdistanê re ya bi navê Nesrîn re pêk tîne û piştî 11 salan ew di gel xanima xwe vedgerin Rojavayê Kurdistanê, lê careke din ew  ji aliyê rejîma Esed ve tê girtin. Piştî ew azad dibe, ew li ser hunera xwe berdewam dibe û rêya hunera kurdî didomîne û gelek komên zarokan fêrî hunera kurdî û dirûşmên neteweyî dike, lê piştî xebateke dûr û dirêj hunermendê kurd Mihemd Şêxo di 9ê Adara sala 1989an de diçe ber dilovaniya xwedê û bi amadebûna bi hezaran ji hezkiriyên wî gênc, jin û mêr termê wî bi gulan tê xemilandin li gorîstana Hilêliyê li Qamşlo tê veşartin.

 

 

Ortam