Li Hewlêrê festîvala bîranînê meha Adarê û Newrozê birêve diçe

09/03/2019 - 15:26 Kategori ÇAND Û HUNER

Rawêj Mihemed

BasNews – Îsal li bajarê Hewlêrê festîvala bîranînên meha Adarê û Newrozê bi awayek berfireh ji salên borî dê birêve biçe.

Cîgirê parêzgerê Hewlêrê Tahîr Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji roja 11.03.2019ê ve festîvala Adarê û Newrozê destpê dike, heta roja 20.03.2019ê dê wek salên borî berdewam be. Lê îsal bi awayekî berfirehtir bîranînên cejna Adarê, Raperîn û Newrozê emê birêve bibin.

Herwaha got: ‘’Roja 11.03.2019ê ve li ser qela Hewlêrê ji bo azad kirina Hewlêrê ahengekî berfireh a girseyî dê birêve biçe û festîvala Adarê û Newrozê destpê dike. Bi ahenga Newrozê ya li parka Şaneder a roja 20.03.2019ê ve dê festîval bi dawî bibe. Di wan 10 rojane de gelek çalakiyên cuda cuda yên wek çalakiyên rewşenbîrî, hunerî, şêwekarî, werzîşî, vekirina pêşangeh û şanogerî, bi beşdariya hunermendên navxweyî û biyanî ve dê festîval birêve biçe.’’

Tahîr Ebdulla got: ‘’Ev festivala li parêzgeha Hewlêrê bi hemahengiya rêveberiya rewşenbîrî û hunerî ya Hewlêrê ve birêve diçe. Bendewarî hene gelek geştyar serdan bikin û hewl tê dayîn sponser bo vê festîvalê bê diyarî kirin.’’