Hejmara duyem a kovara Ziryabê derket

04/03/2019 - 22:42 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews - Hejmara duyem a kovara muzîkê Ziryabê derket.

Kovara Ziryabê ya di dawiya sala 2018an de dest bi weşanê kiribû û taybete be muzîkê hejmara duyem jî derxisti. Di hejmara nû ya kovarê de bi Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir û lêkolîner Zeyneb Yaş  re hevpeyvîn hatine kirin.

Herwiha Gunay Koçhan Flower, Besime Şen û Selahattin Demirtaş di mijara siyaset û muzîkê de bi nivîsên xwe cih digrin. Di kovarê de ji bilî hevpeyvînan gotar, danasîn, portre, nûçeyên muzîkê, albûmên bijarte û playlîst hene. Kovar her ji 4 mehan carekê belav dibe û edîtoriya kovarê Mevlud Oguz dike.