Yekşema bê roja cilûbergên niştimanî ye!

04/03/2019 - 15:03 Kategori ÇAND Û HUNER

Şiwan Berzincî

BasNews – Wezareta perwerdê ragehand, heftiya bê xwandevan dikarin bi cilûbergên niştimanî ve biçin dibistanan.

Li gor daxuyaniya wezareta perwerdê ya hikûmeta herêma Kurdistanê, destpêka heftiya bê roja yekşemê roja cilûbergên niştimanî yên Kurdistanê ye.

Daxuyaniyê de tê gotin: ‘’Bo rêzgirtina li cilûbergên hemû netewên cuda yên herêma Kurdistanê û nîşandana cudayiya berg û xweşikî û rengîniya rûniştvanên herêma Kurdistanê roja yekşema bê ya 10.03.2019ê roja cilûbergên niştimanî ye û xwandevan û mamosta dikarin wê rojê de bi cilûbergên netewî ve biçin dibistanê.’’

Berê ew roj wek roja cilûbergên kurdî hatibû bi nav kirin, lê wek roja cilûbergên niştimanî hat guhertin û kurd, tirkmen, ereb, ermen û keldan û suryanî jî dikarin wê roja niştimanî de bi cilûbergên xwe yên çandî ve beşdarî li wê rojê bikin.