Romana bi navê Şampaz çap bû

03/03/2019 - 23:51 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews - Romana niviskarê kurd Sadiq Ûskanî bi navê “Şampaz” ji nav Weşanên Wardozê derket.

Weşanxaneya Wardozê romana nivîskarê kurd Sadiq Ûskanî ya bi navê Şampaz çap kir. Bûyera romanê li Qoserê derbas dibe. Şampazekî kurd, xelkê dişêlîne, rût û tazî dike. Kalek jî dikeve ber xezeba wî. Lê kalo, dev jê bernade û dide dû wî sextekarî...

Roman, hem ji hêla zimanê xwe ve hem jî ji hêla mijara xwe ve, di edebîyata kurdî ya modern da çirûskeka nû.

Wêneyê bergê jî ji aliyê hunermednê Lukman Ahmad ve hatiye çêkirin.