Koye- Bo rêzgirtina li hunemend Serdar Ehmed wê bernameyek birêvebiçe

12/02/2019 - 16:54 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews – Sıbehê wê Rêveberiya Kitêbxaneya Giştî ya Koyê bo rêzgirtin li hunermendê naskirî yê kurd Serdar Ehmed bernmayekê saz bike. Hunermend Serdar Ehmed jiber nexweşiyê nikare beşdarî bernameyê bibe.

Hunermend Sefîn Ebdulrezaq hevalê Serdar Ehmed û berpirsê Navenda Mûzikê ya Koyê ji BasnNewsê ra ragihand: “Mamosta Serdar li  sala 1945an de li bajarê Koyê ji dayik bûye. Di sala 1957an de dibe mamosta li Koye. Herwiha li dibistanekê dibe mamosteyê kuran. Di sala 1958an de derdikeve ser dikê. Di sala 1962an de li Bexdayê Beşa Hunerê xwendiye.

 Herwiha Sefîn Ebdulrrezaq got: “Mamoste Serdar Ehmed heta aniha awazên gelek stranna daniye û 30 sale  xizmeta mamostetiyê kiriye li Koyê. Herwiha di yekem xula parlementoya Kurdistanê de dawa lê hatoye kirin bibe parlementer û li nava hikûmetê postekê werbigre. Lêbelê wî gotiye:’Ez Koyê bi cî nahêlim’ û xizmeta xwe di ber muzîkê de kiriye.”

Ajansa BasNewsê hewl da bi hunermend û muzîkzanê kurd Serdar Ehmed hevpeyvînekê bike lêbelê malbata Serdar Ehmed aşkere kirin rewşa tendurustiya mamoste Serdar Ehmed libar nîne.