Edene – Walîtiyê "Rojên Şanoya Kurdî" qedexe kir

10/02/2019 - 20:43 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews - Rêxistina bajarê Edene ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest di navbera 10-13ê Sibatê de Rojên Şanoya Kurdî organîze bike, lê walîtîya bajêr, bi sedema ku ew “ewlewîya giştî tehdîd dike” çalakî qedexe kir.

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) li Îstenbulê derbarê qedexeya walîtiya Edeneyê daxûyanîyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin lîstika Şanoya Bajarê Amed “Tartuffe” lîstika Teatra Jîyana Nû ya bi navê “Tenê Ez” û lîstika “Kozik” ya Şanoya Mencelê wê wê derketina ser dikê.

Herwiha di daxuyaniyê de biryara Walîtiya Edeneyê hat rexnekirin û wiha hat gotin: “Li bajareke wek Edene ku bi hezaran kurd lê dijîn Walîtîya Edene bi hinceta di nav sînorên bajêr de, tevdîrgirtina jibo aramî, ewlehî, parêzbendîya kesan û rihetîya raya giştî lîstikên me qedexe kirin. Gelo em matmayî man! Helbet na! Jiber ku ev 2 salin qedexekirineke ku nav lê nehatîya kirin heye. Li ser şanoya kurdî sansûrek veşartî heye. Ne tenê li hermber şanoya kurdî li hemberî hemû karên hunerî yên alternatîf helwesteke negatîf heye.”