Hunermenda Albanî Enca vê Newrozê tê Kurdistanê

10/02/2019 - 12:24 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews – Hunermenda bedew ya Albaniya, Enca Haxhia (Ensa Hakiya tê xwendin) dê di cejna Newrozê de li Başûrê Kurdistanê konsêrtan bide.

Hunermenda Albanî Enca Haxhia, îro li ser rûpela xwe ya înstagramê wêneyeka xwe belav kiriye û bi kurdî li ser nivîsiye: “Silav Kurdistan! Li bendê bin Newroza îsal emê bi hev re bin…!”

Li gorî wê peyama wê, ew hunermenda bedew dê vê Newrozê li Başûrê Kurdistanê konsêrtan bide.

Enca sala 1995 li paytexta Albanya, Tîranayê ji dayîk bûye.