Rapbêjên Kurd li hev kom dibin; Şeva Repa Kurdî

16/10/2018 - 11:43 Kategori ÇAND Û HUNER

Murat Özdemir

BasNews - Li Stenbolê 21ê Cotmehê roja Yekşemê rapbêjên Kurd li hev kom dibin û Şeva Repa Kurdî lidar dixin.

Rapbêjên Kurd li Stenbolê di bin bernama bi navê Şeva Repa Kurdî (Kurdish Rap Night) kom dibin û stran û hunera xwe pêşkêş dikin.

Rapbêj XEM ku organîzatorê vê bernamê ye û ew bi xwe jî dê beşdarî şevê bibe, ji BasNewsê re ragihand ku rapbêjên Kurd Ronî, DJ Mo-Mat, Reqso, Kurdoo, Adar, Jiwar, Direwş Koçer, koma bi navê Tolhildan ku li Ewropayê dijî û herwiha rapbêjê tirk ê bi navê Patron jî bi mebesta piştevaniya rapbêjên Kurd dê beşdarî bernamê bibe.

Li gor gotinên XEM heta niha organîzasyoneke bi vî rengî ku hejmareke zêde ya rapbêjên Kurd tê de cih digirin pêk nehatiye.

Şeva Repa Kurdî roja Yekşemê li cihê bi navê Cemiyetê yê li navçeya Beyoglu birêve diçe û demjimêr 20.00an destpê dike û ji aliyê Deno ve tê pêşkêşkirin. Bîletên vê şeva rapbêjên Kurd li gel Cemiyetê û li ser malpera Biletixê jî tên firotin.

Herwiha hat ragihandin ku rapbêjên Kurd ên weke Serhedo, Rêzan, Şerîf Omerî ji ber rewşa siyasî ya li Tirkiyê dê beşdariyê di vê şevê de nekin. Rapbêj Dezz Denîz jî ji ber rewşa xwe ya taybet ku di demek nêz de bûbû dayîk, nikare beşdarî bernamê bibe.