Festîvala zebeşan a Amedê hat betalkirin

20/09/2018 - 17:09 Kategori ÇAND Û HUNER

BasNews - Li Amedê festîvala zebeşan hat betalkirin.

Li Amedê dihat pêşbînîkirin îsal 8. Festîvala Çand û Zebeşan di navbera 18-23ê vê mehê de pêk were û ev heyamek bû jî amadekariyên wê dihatin kirin û danasîna wê jî hatibû kirin.

Lêbelê hat ragihandin ku di çarçova teserûfa li dezgehên dewletê ew festîval jî hat betalkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew festîval di çarçova wan teserûfan de hatiye betalkirin.

Li Tirkiyê piştî ku têkiliyên Amerîka û Tirkiyê ji ber keşe Andrew Brunson ku niha li Îzmîrê di hefsa malê de ye, têk çûn û lîreya tirkî li hember dolar gelek daket û lawaz bû, krîzeke darayî rû daye.