Belgefîlma Pêşmerge ya “Rûbirûbûn Bi Mirinê Re” li Kanada tê nîşandan

BasNews – Belgefîlma bi navê “Rûbirûban Bi Mirinê Re”, ku li ser Pêşmerge hatiye çêkirin, dê di festîvala navdewletî ya “Quebec” de were nîşandan.

Belgefîlma “Rûbirûban Bi Mirinê Re”, ku ji aliyê derhêner Serwer Ebdullah ve li ser şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê hatiye çêkirin, dê di festîvala navdewletî ya “Quebec” ya Kanada de were nîşandan.

Di wê belgefîlmê de behsa fedakariya pêşmergeyên endamên tîma pûçkirina mîn û teqemeniyan dike ku çawa rûbirûyê mirinê dibin.

Festîvala Quebec  dawiya meha Adara îsal tê lidarxistin.