Du hunermendên kurd kilîbek li ser berxwedana Efrînê çêkirin

Emîr Etroşî 

BasNews – Du hunermendên kurd li ser berxwedana Efrînê li hember êrişên artêşa Tirkiyê kilîbek çêkirin.

Hunermendên kurd Yilmaz Ayan û Rojbînê kilîbek bi navê “Şerê Man û Nemanê” li ser berxwedana Efrînê çêkirin.

Derhênerê wê kilîbê Mihemed Cemal ji BasNewsê re got, peyv û awaza wê stranê ji aliyê hunermend Yilmaz ve hatiye nivîsandin û danîn. Min jî derhênertiya wê kir.

Mihemed Cemal her wiha got, kilîb li ser berxwedana Efrînê ye.

Ev 17 roj in artêşa Tirkiyê û peyayên wê yên Sûrî bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dikin. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî biîrndar bûne.

 

Media