Helbestvanek kurd koça dawî kir!

Şerîf Felah

BasNews – Helbestvanê kurd ê xelkê gundeke ser bi bajarê Pawe yê rojhilatê Kurdistanê Mîrza Seidulla Xedîrî, di temenê xwe yê 94 salî de koça dawî kir.

Li gor raportên çapemeniyên herêmî yên rojhilatê Kurdistanê Mîrza Seidulla Xedîrî di sala 1922yê li gundê Hecîc ê bajarê Pawe ji dayîkbûye.

Di temenê xwe yê 18 salî de dest bi helbest nivîsandinê kiriye. Xedîrî her di temenê xwe yê ciwanî de ji ber teqîna mayînekê dest û çaveke xwe ji dest daye. Di temenê xwe yê 40 salî û jor de hêza bîhistinê jî ji dest dide û ker  dibe. Lê dîsa jî dest ji helbest nivîsandinê bernade.

Helbestvanê kurd li dîwana helbestên xwe de, ji helbestvanên kurd ên wek Nalî, Mewlewî yê kurd, Bêsaran, Hafiz û Seidî Şîrazî bi bandor bûye.

Herwaha helbestên xwe bi zimanê kurdî bi lehceya Hewramî û li gel wê jî bi farisî nivîsandiye û di çarçoveya mesnewî û xezel û rubaiyatan de helbest honandine.

Berhemên wî helbestvanên kurd ji aliyê Cemîl Faruqî ve hatine komkirin û di bin navê ‘’Dîwana Mîrza Seidula Xedîrî ‘’ de hatin weşandin.