XEM: Ez ji bo azadî û yekitiya gelê xwe bang dikim

Murat Özdemir

BasNews - XEM ango Devran Çelîk ku ev nêzî 6 salan e li ser çanda Hip-Hopê dixebite û muzîka rapê bi zimanê Kurdî pêk tîne, ji Êlih/Batmanê ye û ji bilî karê muzîkê, dîzayner e jî. XEM çîroka destpêkirina xwe ya bo muzîka rapê bi zimanê Kurdî û di derbarê kar, xebat û jiyana xwe de bersiva pirsên BasNewsê da. XEM dibêje, muzîka rapê dengê bindestan e û ez bi muzîka rapê serî hildidim û ji bo azadî û tifaqa miletê xwe bang dikim.

Te çawa destpê  kir û çima rap(çawa bala te kişand)?

Bi rastî min ji zaroktiya xwe ve ji mûzîkê pir hez dikir. Wek hûn dizanin wê demê (salên 1990-2000) li pêşiya guhdarkirina muzîka Kurdî astengî û qedexe pir bûn, lê dîsa jî heta demekê ez bi muzîka Kurdî mezin bûm. Pişt wê demê min fîlmên biyanî temaşe dikir, ji ber kû min çanda wan meraq dikir. Dema temaşekirina fîlmên biyanî de muzîka wan jî bala min dikişand. Lê bi taybetî muzîka rapê bala min kişand. Çiqas dem derbas dibû min bêhtir lêkolîna muzîka rapê dikir, min bi berfirahî çanda Hip-Hopê (muzîka rap – hunêra grafiti - breakdance – dj) nas dikir, hunermend nas dikirin. Heta ku ez gihiştim asta gotina xwe ya  ‘Divê êdî ez jî vê muzîkê çêbikim’ Piştî min ev gotine ji xwe re got, min li gor derfetên xwe dest bi çêkirina muzîka rapê kir.

Gelo tu dikarî bi kurtasî qala form û dîroka rapê bikî?

Di sala 1970an de li Amerîkayê rewşa mirovên reşik pir dijwar bû. Mirovên reşik ji bo ku xwe ji derdên jiyanê dûr bixin, ji xwe re çandeke nû afirandin, navê wê çandê jî Hip-Hop danîn. Hip-Hop bûbû çanda bindestan. Eger em Hip-Hop wek darekê bifikrin, di nava çanda Hip-Hop ê de 4 şax hene; muzîka rap, hunêra grafiti, breakdance û dj. Di derbarê muzîka rapê de 3 tişt tên gotin. 1: Rhytm And Poem (Rîtîm û Helbest), 2: Rhytmic African Poetry (Helbesta Efrîkayiyan ya bi Rîtîm), 3: Di zimanê Îngîlîzî de tê wateyê ‘rexnekirina dijwar’. Weke ku min got Hip-Hop çanda bindestan e, lê bi taybetî muzîka rap dengê serhildana bindestan e. Ji ber wî îro çanda Hip-Hop û muzîka rap li her dera cîhanê belav bûye.

Tu rapa xwe li ser kîjan hêmanan ava dikî (naveroka wê çi ye, rewş û taybetmendiyên kurdan di muzîka te de cih digirin ) ?

Wek hûn dizanîn muzîk gerdûnî ye û li gor min divê naveroka gotinan jî gerdûnî be. Her tişt ne tenê ne li ser evîndariyê bê gotin, divê li ser rewşa cîhanê û jiyanê jî bê gotin. Di jiyanê de tiştên gelek xelet hene, di ser de sîstema jiyanê xelet e. Divê hunermend vê sîstema xelet di berhemên xwe de rexne bike. Ji ber wê divê helwesta rappervan serhildanî be, ji ber kû muzîka rapê serhildanî ye. Ji bilî rexnekirina sîstema jiyanê û peyamên gerdûnî ve, bi taybetî ez di behremên xwe de qala rewşa gelê xwe dikim, ji bo yekîtî û azadiya gelê xwe bang dikim. Di dawî de jî, ez zimanê xwe wek çeka xwe dibînim. Dibe ku ez li ser her mijaran binîvîsim, wek mînak carna li ser evînî jî dikarim binîvsim û bistrêm.

Di çand û hunera kurdî de cihê Dengbêjiyê cuda ye û weke bingehekê tê dîtin. Gelo ti nêzîkahî di navbera dengbêjî û rapê de hene?

Belê, bingeha dîroka muzîka Kurdan dengbêjî ye. Di navbera dengbêjî û muzîka rapê de jî nêzîkahî gelek heye. Dengbêj jî rappervan jî di dawiya hevokan de hevdeng bikartînin, gotinên xwe bi lez û li gor rîtima awaza dibêjin, ku bixwazin gotinên xwe li ser enstrumanan dibêjin û ku bixwazin jî tenê bi dengê xwe dibêjin, di berhemên xwe de bi berfirahî qala jiyanê dikin hwd. Bi kurtasî dengbêjî û muzîka rap pir nêzê hev in. Jixwe hin kesan di derbarê muzîka rapê de dibêjin ku, rap mûzîk ji dengbêjî hatiye afirandin. Raste an ne raste nizanim lê dibe kû rast be, ji ber ku dîroka dengbêjî ji muzîka rapê bêhtir kevn e. Divê ez vê jî bêjim, ez ji dengbêjan gelek hez dikim û ji bo min hêja ne, di ser de Dengbêj Şakiro û hemû dengbêjan bi rêzdarî silav dikim.

Weke tu jî dizanî dirûv û awazê rapê li hember desthilatdariyê wek serhildêriyê tê nirxandin. Gelo dema ku em rewşa kurdan li ber çav bigirin tu wê vê yekê çawa şîrove bikî, nêrîna te çi ye?

Mixabin, em tenê ne li welatek, li 4 welatan perçe bûne, belav bûne û di 4 welatan de jî tên pelçiqandin û zordarî li ser serê me ye. Ew 4 welatan jî dixwazin me tune bikin lê divê em li hember wan û armanca wan bisekinin. Hemwelatiyên me yên dîaspora jî gelek in û rewşa wan jî dijwar e. Divê em çanda xwe, zimanê xwe roj bi roj bi pêş bêxin, nasnameya xwe, dîroka xwe qet ji bîr nekin û lê xwedî derkevin. Divê her kes di beşa xwe de li ber xwe bide. Ez jî bi muzîka rapê serî hildidim û dibêjim êdî bes e. Ez jî di beşa mûzîkê de heta ku jî min tê li ber xwe didim, dest ji tekoşîna xwe bernadim. Û di beşa xwe de ez dikarim vê tiştê pêşniyaz bikim, ciwanên Kurd divê bêhtir muzîkên serhildêrî yên wek rap û rock guhdar bikin û bikar bînin. Wê li gor wiha behtir nêrîna xwe azad bêjin.

Dema te destbi vî karî kir ku hejmara kesên rapa kurdî dikin ne zêde ye, te ji malbat, derdor û civakê bertekên çawa dîtin û dibînî(erênî-neyînî)?

Mixabin! Niha jî kesên ku muzîka rap a Kurdî bikartînin ne zêde ne. Ez hêvîdarim em ê roj bi roj zêde bibin. Dema min li Êlih’e dest bi muzîka rapê kir sal 2010 bû û li derdora min rappervan ku stranên xwe bi zimanê Kurdî digotin tûne bûn, tenê ez bûm. Niha jî li Bakurê Kurdistanê rappervanên Kurd ji 10 kesan derbas nabin. Di destpêkê de malbata min bi erênî nedinêrîn, tenê dixwastin ku ez bala xwe bidim dibistana xwe. Hevalên min jî alîkarî ne didan min lê dema min stranan çêdikir ez pîroz dikirin.

Bandora tu kesê ku rapê dike li ser te û hunera te heye gelo (cîhan an Kurdistan)?

Belê, dibe ku hebe. Di cîhanê de ez ji gelek rapperan hez dikim û bandora wan li ser min heye. Wek mînak ez dikarim bêjim; Tupac, Azad, İmmortal Technique, Keny Arkana, Damian Marley, Hopsin, The Weeknd, Post Malone, Kendrick Lamar, PNL, G-Eazy, Raf Camora, Fabri Fibra, Blackbear, Sido, The Game, Vinnie Paz, Nas, Eminem, İce Cube hwd. Di rap a Kurdî de bandora Serhado heye li ser min. Li Ewropayê jî gelek rappervanên Kurd hene ku bi zimanê biyanî distrên, wek Lowkey, Xatar, Dillin Hoox, Haftbefehl, Kurdo, Kc Rebbel, Bero Bass, S. Castro hwd. ez ji wan jî hez dikim û dişopînim. Ji bilî rap û rappervanan bandora Bob Marley, John Lennon, James Brown, Şivan Perwer, Ciwan Haco û Hozan Şehîd Serhad jî li ser min heye. Ronî Artîn, Ezhel, Tolhildan, Rapzan Belâgat, Rêzan û Reqso jî ji bo min rappervanên hêja ne.

Xebatên te di kîjan astê de ne û tu projeyên te hene?

Bi rastî ev 3 sal in hin pirsgrêkên taybet çêbûn di jiyana min de û ji ber xwendekariya min, ez ji muzîka rap ê hinek dur ketim. Lê di nava wan rewşên dijwar de jî min dîsa stran çêkirin. Ji bo pêşerojê ez dikarim bêjim wê stranên nûjen bên wekî single. Eger pirsgrêk çênebin ji bo feat jî ligel Ezhel, Tolhildan, Ronî Artîn, Rapzan Belâgat û Reqso re stranên nû ez ê tomar bikim. Û ji bilî rappera hunermendê Kirmanc (Zaza) Hasan Alî re û bi koma rocka Kurdî Stêrka Karwan re jî 2 stranên cûda tomar bikim. Herî dawî ji bo pêşerojê projeyên min ji bo albûmekê hene.

Pêşniyareke te ji ciwanên ku bi rapê ve mijulin heye?

Bila li ser çanda Hip-Hopê baş lêkolînan bikin, li ser çanda gelê xwe baş lêkolînan bikin, li dengbêjan pir guhdarî bikin, zimanê xwe baş hîn bibin û xwe nas bikin hwd.

Di sala 2013, XEM û 11 rappervanên Kurd (İlhami, Sewim, Altan, Deniz Dersim, Berf û Cemed, Brûsk Cûdi, Gohdar, Rêzan, Sherîf Omerî, Awder Rahim, KOB/Xwîn), ji Bakur-Başur-Rojavayê KurdIstanê û ji Ewropayê gihîştin hev û ji bo gelê Rojava stranek çêkirin : https://www.youtube.com/watch?v=0SoXFPCgBPU

Di sala 2014an de XEM û 8 hevalên xwe (Jiyabi, Deniz Dersim, Gohdar, Sherif Omeri, Rohat46, Xalaz, Ulus Vato, Street Baba) bihev re strana bi navê ‘Jiyana Min’ çêkirin: https://www.youtube.com/watch?v=O3E_eudBzRE

Kesên ku bixwazin XEM bişopînin:

Youtube : https://www.youtube.com/XEMofficial Instagram : https://www.instagram.com/XEM.official  Soundcloud : https://www.soundcloud.com/XEM-official Facebook Page : https://www.facebook.com/XEM.music Facebook Profil : https://www.facebook.com/XEM.official