Li pêşangeheke li Îtalyayê ji 21 tabloyan tenê yek ne sexte bû

BasNews - Li Pêşangeheke li Îtalyayê ji 21 taobloyan 20 heb sexte derketin.

Sala par di navbera mehên Adar-Tîrmehê de li bajarê Geneova pêşangeha berhemên wênesazê Îtalî Amedeo Clemente Modigliani ku berhemên wî bi milyon euroyan tên kirîn, pêk hat û bi deh hezaran kes serdana wê pêşangehê kirin.

Lêbelê hêj wê demê hin pisporên hinerê îdîakiribûn ku berhemên di pêşangehê de sexte ne.

Li ser van îdîayan lêkolîneke ku bi mehan berdewam kir hat encamdan û di encamê de jî derket holê ku ji 21 tabloyan tenê yek ne sexte ye û ya Modigliani ye.

Berhemeke bi navê "Nu couché" ya Modigliani sala 2015an bi 170.4 milyon dolaran hatibû firotin û ketibû nav bûhatirîn tabloyên li cîhanê.