Keda xwendekarên Zanîngeha Çewligê bû Laser

08/12/2017 - 15:47 Kategori ÇAND Û HUNER

BAS - Gönül Gün

Bi keda xwendekarên beşên Kirdkî û Kurmancî yên Ziman û Wejeya Kurdî ya Zanîngeha Çewligê kovara bi navê Laser ev sê sal in ku tê weşandin. Heta niha sê hejmarên Laserê derçûne û kovar ji salê carekê û bi nivîsên cur bi cur ên wek helbest, çîrok, mamik û nivîsên nirxandinê yên xwendekarên beşên Kurdî amade dibe. Laser ji bilî naveroka xwe bi rûpelsaziya xwe jî balê dikişîne. Li ser navê Laserê yek ji dildar û xebatkarên kovarê û xwendekarê beşa Ziman û Wejeya Kurdî ya Zanîngeha Çewligê Tekin Çoban ji Heftenameya Basê re axivî.  

“Laser tê wateya lehiyê”  

Tekin Çoban li ser maneya navê Laser û sedema bijartina vî navî, van agahiyan dide, “Laser tê wateya ‘lehiyê’. Em wek xwendevanên beşa Ziman û Wêjaya Kurdî ya Zaningeha Çewlîgê kom bûn û em di derbarê pêşeroja xwe, ziman, çand û xebatên ji bo xwendevanên Kurd de bi hev şêwirîn. Em gelek axivîn û dawî me çend heb xebat wek armanc ji xwe re diyar kirin. Yek ji wan xebatan jî derxistina kovareke Kurdî bû. Di destpêka axaftina me de hevalekî me destûr xwest û ew hevoka ku heta Laser hebe dê di hişê me de dernekeve got: "Belê hevalino em hemû bi tena serê xwe dilopek av in. Lê jixwe avên mezin hemû bi dilopekê dest pê nakin? Hevalino! Ev çend sedsal in bav û kalên  me peyva 'yekitiyê' li ser zimanê xwe kirine zikr û tim û tim vê yekê dibêjin. Belê hevalên min ên qedirbilind. Ez îro bi tenê çend heb dilopên avê dibînim lê bi hewldana wan çend heb dilopên avê dê di pêşeroja çanda Kurdî de lehiyeke wisa rabe ku me hemûyan têr av bide. Lehî radibe hevalino, xwe berdin ber pêlên lehiyê. Ber bi pêşeroja Kurdî ve biherikin."  Piştî vê axaftina qedirbilind navê kovara me jî diyar bû. Lê ewqas ne bes bû. Ji bo em bikaribin xebatên xwe yên çandî bidin destpêkirin hewceyî bi dezgeheke fermî hebû. Bo vê yekê jî me Klûba Ziman û Wêjeyê ya Zaningeha Çewlîgê ava kir. Êdî xebatên çandî bi awayekî fermî di bin banê Klûba Xwendinê de dihatin kirin.”

 “Mamosteyên me ji destpêkê heta dawiyê alîkariya me dikin”

Çoban di dirêjiya axaftina xwe de dibêje, ji bo Laserê zehmetiya herî mezin di destpêkê de, dest pê dike” û wiha pê de diçe: “Bo berhevkirina nivîsan pêvajoyeke dirêj heye li pêşiya xwendevanên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî. Lê mixabin, ev bêxîretiya malkambax ku ev çend sedsal e bûye belaya serê Kurdan hê dev ji me Kurdan bernedaye. Lewre xwendevanên Ziman û Wêjeya Kurdî pênûsên giranbihan e lê mixabin hewl nadin ku binivîsin. Ev nayê wê wateye ku Laser bala xwendavanan nakişîne. Mafê me nîne ku em keda xwendevanên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî paşguh bikin. Lewra ji sedî 80 xwendevan bi nivîsên xwe yên cur bi cur beşdarî vê xebatê dibin lê em dixwazin ji sedî sed tevlî Laserê bibin. Lewre bi derxistina Laserê re me darek li ser axa çanda Kurdî danî û em dixwazin hemû xwendevanên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Çewlîgê vê darê av bidin ku hemû wêjehezên Kurdî di bin siya vê darê de bêhna xwe vedin. Di amadekirina Laserê de wek zehmetiya herî mezin em dikarin vê yekê nîşan bidin, lê em her çiqas rastî zehmetiyan bên jî heta ku mamosteyên me yên xoşewîst hebin tu carî em nakevin erdê û bi serbilindî, em ê ji bo Laserê bixebitin. Li vir ez ji mamosteyên me re spasiyên xwe pêşkêş dikim lewre ji destpêkê heta dawiyê ji her aliyê ve alîkariya me dikin. Eger em pelên dara Laserê bin mamosteyên me koka dara Laserê ne û em li ser koka wan şîn dibin.”

“Danûstendinên xwendekarên beşên Kirdkî û Kurmancî zêde ye”

Dema ku mirov Laserê dixwîne du zaravayên Kurdî; Kirdkî û Kurmancî bi hev re dibîne. Ev yek jî hesteke kurdewar dide mirov. Çoban li ser têkilî û danûstendinên xwendekarên beşên Kirdkî û Kurmancî wiha diaxive, “Jixwe Laser bi alîkariya xwendevanên ku perwerdeya xwe bi van her du zaravayan dikin tê derxistin. Me dixwest em di Laserê de cî bidin her çar zaravayên Kurdî lê ji ber ku Laser kovareke fanzin e û bi tenê nivîsên xwendevanên Zaningeha Çewligê diweşîne mixabin ev her du zarava tenê di Laserê de cî digirin. Lê eger di pêşerojê de bi wan her du zaravayên din (Soranî, Goranî) perwerde were dayin dê Laser êdî bi çar zaravayên Kurdî weşana xwe bike. Ji bilî Laserê jî têkiliya xwendevanên ku bi van zaravayên Kurdî perwerdeya xwe dikin tim û tim heye.  Ev têkilî bi piranî di warê wergerê de çêdibe. Xwendevanên her du zaravayan jî metnên klasik ên ku bi zaravaya wan hatiye nivîsandin hewl didin bi 'birayên' xwe yên din ku bi zaravayekî din diaxivin bidin hîn kirin. Bi xêra vê hişmendiya qedirbilind di derheqê wêje û dîroka Kurdî de agahî tên hîn kirin. Û têkiliyeke din a xurt jî di warê hînbûna van zaravayan de heye. Xwendevanên her du zaravayan jî hewl didin ku zaravaya din hîn bibin. Di vî warî de jî bi şîara yekîtiyê xwendevan gelek alîkariya hev dikin.”

HEFTENAMEYA BAS