Ferhenga înteraktîf a bi Kurdî; Tirşik

08/12/2017 - 11:35 Kategori ÇAND Û HUNER

BAS - Gönül Gün 

Çawa ku jiyan bi xwe pir alî û pir deng e divê ziman jî wisa bê bikaranîn. Bi vê hişmendiyê, hin Kurd di 2013an de hatin ba hev û malpereke pir alî û înteraktîf a bi Kurdî ava kirin. Navê vê malperê tirşik e û di tirşikê de li ser gelek cure mijaran agahî, şîrove û peyam bi Kurdî (Kirdkî-Kurmancî) tên nivîsin. Li tirşikê heta niha li ser 26.506 mijaran, 98.290 peyam hatine nivîsandin. Her wisa li malperê tevî hebûna radyoyê li ser stran, fîlm û hwd. agahiyên bi Kurdî jî hene. Li ser navê tirşikê yek ji rêvebirên malperê Simurg56 ji Heftenameya Basê re li ser rewş û xebatên malperê axivî.

“Armanc, di qada înternetê de serxwebûn bû”

Simurg56 dibêje, “Tirşik di 2013an de hat avakirin û malper bi awayekî çalak xebatên xwe didomîne.” Û wiha qala sedema avakirin û bijartina navê tirşikê dike,  “Wê demê û mixabin niha jî, di înternetê de ji xeynî malperên nûçeyan, hema bêje tu naveroka bi Kurdî tune bû. Ne pêkan bû ku mirov di înternetê de, di derbarê tiştekî hunerî, zanistî an jî sportîf de daneyan peyda bike an jî li ser mijarên wisa curbecur nîqaşan bike. Yanî ziman ji serî heta binî polîtîk bû, loma tenê bala kesên polîtîk dikişand. Ji ber vê yekê ye ku mirovan serî li çend malperên nûçeyan didan û paşê ji bo pêdiviyên xwe yên din, berê xwe didan malperên bi zimanên serdestan. Zimanê Kurdî loma kêf nedida bikarhênerên Kurd. Me xwest em di vê malperê de li ser her tiştî parvekirinan bikin û bi hevûdin re bidin û bistînin. Da ku em nebin muhtacî malperên zimanên serdestan. Yanî armanc serxwebûna di qada înternetê de bû. Malpera tirşikê, ferhengeke înteraktîf e. Ev konsept cara ewil ji aliyê ekşisozlukê ve hatibû bikaranîn. Yanî me îlhama xwe ji wir standiye. Navê “tirşik”ê jî loma silavek e ji bo “ekşi”sozlukê. [ekşi bi Kurdî tirş e.] Her wiha tirşik yek ji xwarinên bingehîn yên Kurdan e ku hema bêje her Kurdek jê hez dike. Û dîsa tirşik xwarineke wisa ye ku -li gorî herêman biguhere jî- ji gelek sewzeyên cuda pêk tê lê ji vê tevlîheviyê tameke xweş derdikeve holê.”

“Nivîsên li tirşikê, mayînde ne”

Simurg56 di derbarê armancên malpera tirşikê de jî van agahiyan dide, “Armanca me him ew bû ku em ji bo zimanê Kurdî naverokeke dewlemend û bi her cureyî, biafirînin. Her wiha armanca me ew bû ku em Kurdiya xwe nêzikî hev bikin, di nivîsandinê de pratîka xwe zêde bikin, ew zimanê ku em ji pirtûkan hîn bûne, di jiyana xwe ya rojane û modern de jî bikar bînin. Ango me xwest zimên li ser înternetê jî vejînin. Yek ji babetên sereke jî, rexne ye. Em dixwazin di tirşikê de her tişt were rexnekirin. Bi rastî jî heta niha hema bêje tu tişt nema ku di tirşikê de nehatiye rexnekirin. Pirtûkên nivîskaran, stranên stranbêjan an jî kirinên sîyasetmedaran û bûyerên rojane... Em dibêjin belkî bi vî awayî hunermend bikarin nêrînên xwîner/guhdarvan/temaşevanên xwe hîn bibin, siyasetmedar bikarin fikrên hilbijêrên xwe bibihîzin. Heta niha me dît ku hêdî hêdî ev armanc tê cih. Hinek kes û nivîskaran ev yek bi me dan hîs kirin ku wan nivîsên di derbarê xwe de dişopînin; hinek pê aciz dibin hinek jî kêfxweş. Tirşik ne mîna facebook an jî twitterê ye. Nivîsên li vir, mayînde ne. Piştî 10 salan jî, mirov wê bikarin di derbarê mijareke kevin de, hemû nivîs û şîroveyên wî demê bibînin. Loma nivîsên li vir, ji parvekirinên di medyaya sosyal de girîngtir tên dîtin.”

“ Daxwaza me ji xwînerên we ew e ku werin bibin nivîskarên tirşikê”

Simurg56 wiha dawî li gotinên xwe tîne, “Motîvasyona me ya herî mezin, eleqeya bikarahênerên Kurd e. Dema nivîskarên nû tên û bi hebûna tirşikê kêfxweş dibin; me jî vedijînin û em wê demê projeyên xwe zûtir diqedînin. Loma daxwaza me ji xwîneran ew e ku werin bibin nivîskarên tirşikê û hemû zanîna xwe bi me re parve bikin, da ku tirşik ji bo nifşên piştî me, bibe ansîklopediyeke fireh û zindî. Bi taybetî dema nivîskarên me li ser pîşeya xwe dinivîsin, agahiyên gelek qîmet derdikevin holê ku mirov li ser înternetê li tu dereke din nikare agahiyên bi vî awayî bi Kurdî hîn bibe. Loma werin, hûn herî baş çi bizanin, li ser wê binivîsin; çandinî, astronomî, siyaset, helbest, lîstikên komputerê an jî jiyana bavê teyar… ferq nake.”  

“Heta niha li ser 26.506 mijaran, 98.290 peyam hatine nivîsandin”

Simurg56 li ser hejmara mijar, nivîs û nivîskaran jî wiha dibêje, “Li gorî îstatîstîkên me heta niha li ser 26.506 mijaran, 98.290 peyam hatine nivîsîn. Di dîroka malperên bi Kurdî de, platformeke evqas mezin qet nebûbû û niha jî tune. Lê armanca me ew e ku em bigihên heta milyonekê. Hejmara nivîskarên pejirandî jî 982 heb in (908 heb nivîskar jî hene ku nehatine pejirandin). Em dikarin bêjin bi qasî 50 heb çalak in, yên din carinan hene, carinan tune ne. Armanca me ew e ku em tirşikê ji bo zimanê Kurdî, bikin platformeke têr û tije. Weke mînak li beşa fîlman, di derbarê 309 fîlman de agahî hene û 55 hebê wan jî li Kurdî hatine wergerandin. Dîsa di beşa pirtûkan de jî di derbarê 353 pirtûkan de agahî û şîrove hene. Beşa ferhengan ya tirşikê jî, ferhenga herî mezin ya di înternetê de ye. Weke din beşên weke radyo, zarok, danegeh, caps, lînk kurtker jî hene.”

HEFTENAMEYA BAS