Mîrê Hêkan: Hêk nîşaneya jiyanê ye

08/12/2017 - 11:18 Kategori ÇAND Û HUNER

BAS - Nûjîn Onen

Di jiyanê de mirov bi gelek karan an jî bi hunerê re mijûl dibe,  lê yek ji wan dibe sedem ku mirov pê bi nav û deng bibe. Mîrê Hêkan,  hunermend,  şanoger û endazyar e,  ji rojavayê Kurdistanê li gundê Til Kidişê nêzî bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûye. Di 19 saliya xwe de koçberî Almanya bûye. Li wir beşa Endazyariyê xwendiye di ber re jî beşa şanogerî û derhêneriyê qedandiye. 12 salan şanogerî kiriye 3 salan dekorê bernameyên televîzyonên Almanan çêkirine. Ev taybetmendiyên ku min jimartine hemû li aliyekî,  hunermendiya wî li aliyekî. Ji ber ku ew bêhtir bi hunera xwe bi tabloyên ku ji qalikê hêkan çê dike tê nas kirin. Niha hûn dibêjin ma ji hêkan tablo tên çêkirin? Belê tên çêkirin û Mîrê Hêkan tabloyên xwe bi qalikên hêkan çê dike. Dema behsa hêkan tê kirin,  ewil xwarin tê bîra mirov,  lê ji xeynî xwarinê hêk bi xêra Mîrê Hêkan daxilî nav hunerê jî bûye. Ew qalikên ku em piştî hêkê dişikînin diavêjin çopê di tabloyên Mîrê Hêkan de ji nû ve bi rih dibe. Carinan dibe çav,  carinan dibe çar parçeyên Kurdistanê,  carinan dibe lehî,  carinan di nav sînoran de asê dimîne. Mîrê Hêkan bi xwe li ser sînorê Rojava û Tirkiye mezin bûye û dema mirov bala xwe dide hunera wî, sînor,  têlên sînoran,  parçebûn jî xwe nîşan dide. Çend taybetmendiyên Cemal Ebdo hene,  ev navê wî yê resen e,  navê Mîrê Hêkan ji aliyê rewşenbîr û nivîskarê Kurd Celîlê Celîl ve lê hatiye danîn. Mîrên welatan,  dewletan û  eşîran hene lê mîrîtiyeke din jî di nav Kurdan de peyda bûye ew jî ‘Mîrê Hêkan’ e. Heta niha ji bo tabloyên xwe zêdetirî milyonek hêk bikaraniyê,  Qalikê hêkan jî ji fabrîkayan distîne. Hunermendê Kurd Mîrê Hêkan ji Heftenameya Basê re qala hunera xwe ya bi hêkan re kir.

“Dema li pînika mirîşkan hêk ji destê min ket û şikest rêwitiya min a bi hêkan li wir dest pê kir”

Mîrê Hêkan sedema ku berê xwe bi vê hunerê vekiriye wiha rawe dike: “Şêwaz,  gewde,  xweşikbûn û bedewbûna hêkê bû sedem ku berê xwe bi vê hunerê ve bikim. Ji kadîna zaroktiya min, dema ku diçûm pînika mirîşkan da ku hêkan bidim hev,  min rahişt hêkê,  ji destê min ket û şikest.  Li wir rêwîtîya min û hêkan dest pê kir.”

“Tabloyên min dika şanoyê ne”

Dema ji hunermend pirsa “Çima hêk,  ji bo we taybetmendiya hêkan çi ye? Mîr wiha bersiv dide: “Çima ne hêk? Ji ber ku hêk ez im,  tu yî,  ew in,  hûn in,  ma em hemû ne ji hêkan in ? Hêk nişana jiyanê ye,  hêk di tabloyên min de şanogerek e û tablo bi xwe dika şanoyê ye.”

“Her tabloyeke min bi naveroka xwe cuda ye”

Di tabloyeke we de em dibînin ku roj di nav çar perçeyên ji hevûdu cûda de maye,  di hunera xwe de jî hûn parçebûna Kurdistanê,  pirsgirêkên ku Kurd pê re rû bi rû mane bikartînin? Hin tabloyên we,  hêk di nav tariyê, reşahiyê de weke heyvê dora xwe ronî dike,  hêk bo we sembola çi ye? “Hemû xebatên min taybet in,  tu xebatên min an jî tabloyên min nabin wekhev,  her tabloyek cuda ye bi naveroka xwe,  bi afirandina xwe û bi reng û bergê xwe,  ji ber ku hêk bi gelek wateyên xwe tîbûna afirandinê li ba min têr dike.”

“Ji qalikê hêkê teniktir çi heye”

Mîrê Hêkan wiha behsa çêkirin û zehmetiyên tabloyan dike: “Berî ku tablo bê ava kirin reş be li naveroka wê tê xêzkirin,  dibe ku rojek, heftiyek, mehek, salek berdewam bike. Gelek reşbelekên min hê jî nebûne tablo, lê di warê avakirina teknîkî de ji heftiyekî ta  du mehan berdewam dike. Zehmetiya herî mezin: Ma ji qalikê hêkê teniktir heye!”

Mîrê Hêkan ê ku bi tabloyên xwe rih dide qalikê hêkan, li ser helwest û fikrên Ewropayiyan ên li hember hunera xwe wiha vedibêje û fikrên profesorê Almanî Prof. Heinz Schepping ên di derbarê hunera wî de wek mînak dide: “Ez bi xwe bi taybetmendiya awayê zimanê Mîrê Hêkan,  yê pêşketî daxbar bûme û bi wan gangaziyên wî mezin,  bi hûrkatiya awayê wî û bi wan encamên,  ku ew wan di zimanê xwe de bikartîne....  Ew bi wan reng,  sazman (strûktûr) û tiştan (materiyal) naverokê tîne bilêvkirin,  yên ku merovê temaşevan bi derbasbûna vê tabloya dinyayê neçar dike,  ku ew wan nerînên xwe yên kevin biguherîne. Ew babet xwe ji me re weke tiştên balkişandî eşkere diyar dikin. Berê û niha prosêseke berdewam di navbera hebûn û cîhanê de heye,  ya ku em jê re dîroka mirovatiyê dibêjin û em hemû tê de wek hev in,  çi di xweşiyê û nexweşiyê de û çi di jiyan û mirinê de...”

Lê dema em helwesta Kurdan bi giştî li hember hunerê û bi taybetî li hemberî hunera wî dipirsin bersiveke bi vî awayî dide:

“Qels e lawaz e,  hunera ku Kurd jê hez dikin hunera kuh e,  lê hunera min yan av e,  yan giya ne,  ji Kurdan û hemû miletên Rojhilata Navin re 100 sal pêwist e da ku bigihêjin asta Ewropayiyan.”

 “Ez ji hemû rewşên di hunera min de diyar dibin hez dikim”

Mîrê Hêkan di dawiya axaftina xwe de fikr û ramanên xwe yên li ser hezkirina hunera xwe de wiha dibêje: “Ez ji hemû rewşên ku di hunera min de tên diyarkirin hez dikim û bi taybetî dema ku alav (tişt) û reng bi watêyên xwe li hemberî hev têdikoşin,  rengên sar û germ,  tarî û ronî,  alavên êrênî û neyînî û carinan jî bi hevûdu re li awazan didin an jî şoreşa rengan li dar dixin.”

“Dengê fîşekan ji dengê hunerê bilindtir û bi hêztir e”

Mîrê Hêkan di derbarê rewşa hunerê ya li Rojhilata Navîn de jî wiha dibêje: “Nezanî,  paşketin, ol, xizanî,  li Rojhilata Navîn dengê fîşekan ji dengê hunerê bilindtir û bi hêztir e mixabin. Ji bo li welatekî huner pêş bikeve divê tiştên min bi nav kirine nemînin.”

“Min aboriya xwe ji hunerê veqetand”

Yek ji taybetmendiyê hunermendê rojavayî heye ku tabloyên xwe nafiroşe,  taybetmendiya ku Mîrê Hêkan ji hunermendên din cuda dike yek jê ev e, ji ber ku gelek hunermend  jiyana xwe bi hunera xwe birêve dibin,  aboriya xwe wiha saz dikin. Lê Mîrê Hêkan vê yekê nake û sedema vê jî wiha vedibêje: “Ma evîna dilan tê firotin? Ma hezkirin tê pîvan? Ji ber ku min xwest hunera min azad be,  ji bin destê bazara kirîn û firotinê û ji partî û rêxistinan derkeve min aboriya xwe ji hunerê veqetand.”

HEFTENAMEYA BAS