"Ez bi armanca vejandina hişmendiya serxwebûnê dixebitim"

BAS - Bilal Adlığ

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku beriya 6 salan dest pê kiribû û trajediyên mezin bi xwe re anîbûn, dibe mijara film û belgefilman. Ji ber şerê li Sûriyeyê nêzîkî 3 milyon Sûriyeyî  berê xwe dan Tirkiyeyê û li cem nasên xwe an jî di kampan de dimînin. Drama li welatê ku her roj bi hezaran kes dimirin, bê mal û bê war dimînin û terka welatê xwe dikin li Tirkiyeyê dibe mijara filmekî. Nûrî Şêxoyê ku ji neçarî ji Efrînê penaberî Stenbolê bûbû, tevî kêmderfetan be jî kurtefilmekî 18 deqîqe yê bi navê ‘Elo Azadî’ kişandiye. Nûrî Şêxo destnîşan dike ku ji bilî vî filmî senaryoya du filmên din jî amade ne û wê ew jî di demeke kurt de bên kişandin. Şêxo armanca nivîsandin û kişandina filmên xwe wiha bilêv dike: “Ez filmên xwe ji bo Kurdan dikişînim. Dixwazim Kurd di derbarê serxwebûn û azadiyê de bibin xwedî hişmendiyekê. Xwezî derfetên baştir hebûna û min jî karê baştir bikira. Dixwazim bi vê riyê, ji gelê xwe re xizmetê bikim.” Herwiha Nûrî Şêxo berê jî di gelek film û belgefilman de lîstiye.

“Kes wateya azadiyê nizan e”

Aktor û Derhêner Nûrî Şêxo di derbarê kurtefilmê xwe de ji Heftenameya Basê re wiha diaxive: “Dema min filmê xwe nivîsand, di bin tesîra şerê Sûriyeyê de bûm. Ji dema ku şerê Sûriyeyê dest pê kiriye û vir ve herkes di derbarê azadiyê de diaxive. Lê ez wisa bawer dikim ku gelek kes nizanin wateya azadiyê jî çi ye. Armanca me bi vî filmî derxistina holê ya wateya azadiyê ye. Kengî em li nûçeyan dibêjin ji bo azadiyê gav têne avêtin, kêm maye em ê azadiyê bidest bixînin û filan. Min xwest ku mirovên me li vir li mafên xwe xwedî derkevin. Divê li hember zilmê serî hildin. Ez jî bi van fikran derketim rê û min him nivîsand him jî ez lîstim. Filmekî 18 deqîqe derket holê”

“Me di şertên zehmet de film kişand”

Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de diyar dike ku filmê xwe di şertên pir zehmet de kişandiye û ji ber tunebûna derfetan di jêrzemîna avahiyekê de derxistiye pêşberî binêran. Lîstikvan Nûrî Şêxo dibêje: “Me ji bo kişandina filmê alîkarî ji tu kesî wernegirtiye û ji bo karekî serkeftî derkeve holê me pir zehmetî kişand. Bi rastî jî me alîkarî ji kesî nestand. Kamerayên me jî tunebûn. Lê em ê hêdî hêdî bimeşin û ez hêvîdar im wê karê me serkeftîtir bibe.” Filmê Elo Azadî ku cara yekem derket pêşberî binêrên xwe gelekî erênî hat dîtin. Film ji aliyê Kurdên li Stenbolê dijîn û Kurdên ji Rojava yên penaber bûne ve hat temaşekirin.

“Filmê Pêşmerge amade ye”

Nûrî Şêxo di derbarê proje û senaryoyên xwe de jî wiha pê de diçe: “Projeyeke min heye li ser Pêşmerge ye. Film dirêjmetraj e û saet û nîvekê didome. Eger rojekê ez bikaribim derbasî Herêma Kurdistanê bibim ez ê filmê xwe li wir bikêşim. Min senaryoya wê jî nivîsandiye, amade ye. Kişandina vî filmî li Stenbolê ne pêkan e. Li vir ji bo alîkariyê jî şansê me tune ye. Dibe ku li Herêma Kurdistanê alîkarî ji me re bên dîtin. Eger ez biçim Herêma Kurdistanê ez ê li wê derê filmekî baştir derxim holê. Li wir ez ê rola pêşmerge ya di şerê DAIŞê de bikim mijar. Heft filmên min ên kurt hene. Min sê ji wan weşandine, 4 ji wan hê mane. Her filmekî min xwediyê peyamekê ye. Du filmên min ên dirêjmetraj jî amade ne. Yek li ser pakrewaniya pêşmerge ye, yek jî li ser Dê û Bavan e.”

HEFTENAMEYA BAS