Hunermend Lalo jî kilîbek li ser serxwebûna Kurdistanê çêkir

Tuwana Şêxanî 

BasNews – Hunermendekî din yê Kurdistanê kilîbek li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê çêkir.

Hunermend Lalo Rencder piştevaniya xwe bo referandoma serxwebûna Kurdistanê nîşan daye û kilîbek jî li ser referandomê çêkiriye û li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye.

Lalo daye zanîn ku navê sirûdê “Serbexoyî” ye ku têksta wê ji aliyê Dr. Mistefa Zengene ve hatiye nivîsandin û awaza wê jî ji aliyê wî bixwe ve hatiye danîn, Seyîd Ehmed jî derhênertiya wê kiriye.

Lalo Rencder xelkê bajarê Kerkûkê ye û piranî bi gotina sirûdên niştimanî navdar e.

Heta niha gelek hunermendên Kurdistanê kilîb li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê çêkirine.

 

 

Media