Dotmîr bi “Kurdistan”ê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

Aryan Tehsîn 

BasNews – Hunermenda Rojhilatî, Dotmîr piştevaniya xwe bo referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê Iraqê nîşan da, strana bi navê “Kurdistan” jî bo vê mebestê gotiye.

Hunermenda delal ya Rojhilatî, Dotmîr, ku li Swêdê dijî, li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê, ji BasNews re got, ez weke keçeka Rojhilatî bi dil û can piştevaniya referandom û serxwebûna Kurdistanê dikim. Em kurdên diyasporayê zêdetir êşa nebûna dewletê dizanin û dikşînin. Ev êş bi salan e li nav dilê me de ye. Encamdana referandomê bicîhanîna xewna hemû kurdan e û wefadarî li hember xebat û xwîna şehîdan e her wiha bersivek e bo enfal û kavilkirina Kurdistanê.

Dotmîrê her wiha got, ji ber wê jî min wek hunermend pêwîst dît ku bi berhemeke hunerî piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê nîşan bidim, loma min sirûdek bi navê “Kurdistan” amade kiriye.

Li ser sirûdê jî Dotîmêrê got, têksta sirûdê ya hevalekî êzîdî bi navê Reşo Eyşan e. Me ew sirûd li Stenbolê tomar kir. Aranjortiya wê jî kurdekî Bakûrî bi navê Yaşar Yapiştir kiriye. Me kilîba wê jî li Swêdê çêkir. Koma Havîn jî beşdar bû. Qesta min ji gotina vê sirûdê ew e ku ez Kurdistaniyan teşwîq bikim da bi germahiyek mezin biçin ser sindoqan û dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê.

Dotmîr niha li Kurdistanê ye. Li ser hatina xwe bo Kurdistanê jî got, ez dixwînin û gelek karên min jî hene lê min hez dikir tevlî karnavala referandom û serxwebûna Kurdistanê bibin û ji nêzîk de heyecan û şahiya miletê xwe bibînin û bi dengê xwe û konsêrtan tevlî xebata referandomê bibim, loma min biryar da bêm Kurdistanê. Mixabin ruxmî zehmetiya ku min û hinek hunermendên din kişandine, hinek hunermend bo ahengên referandomê hatine vexwandin ku berhemeke wan ya taybet li ser referandom û serxwebûnê nîne.

Wê hunermenda delal di dawiyê de jî got, Kurdistana serbixwe xewn û arizûya me hemiyan e ji ber wê jî divê em bi hemû hêz û şiyana xwe bo vê yekê bikar bînin. Ez hêvîdar im dema dewleta Kurdistanê hat avakirin hinekî rewşa jiyana hunermendan were başkirin, alîkariya wan were kirin û bê edaletiya ku heye, êdî nemîne. Çimkî rola hunerê di nasandina milet û çandê de gelekî girîng e.