Di festîvala navdewletî ya “VIVA” de fîlmek li ser Pêşmerge tê nîşandan

Mihemed Dergeleyî 

BasNews – Di festîvala navdewletî ya fîlman ya “VIVA” ya Bosnayê de fîlmek li ser Pêşmerge tê nîşandan.

Festîvala navdewletî ya fîlman ya “VIVA” ya Bosna roja 13 vê mehê dest pê dike û 17 mehê jî xilas dibe.

Fîlmeka kurdî ya bi navê “Firîn”, ku behsa şerê Pêşmerge li hember DAIŞê dike, di festîvalê de tê nîşandan û di beşa pêşbirkê de jî bi fîlmên din re hevrikiyê dike.

Li ser vê mijarê, derhêner û senarîstê fîlmê Ebdulwehab Şivanî ji BasNewsê re got, fîlma Firîn tekane fîlma kurdî-iraqî ye ku di festîvala Bosnayê de tê nîşandan.

Li ser naveroka fîlmê jî Şivanî got, film li ser şerê Pêşmerge û DAIŞê ye. Bûyer di navbera nîşangirekî Pêşmerge û nîşangirekî DAIŞê û kotreka spî de diqewime. Fîlm li gundê Hesen Şam yê Mûsilê hatiye kişandin.