Samrend Dara: ‘’Belê’’ bo serxwebûna Kurdistanê

Heme Perêşan

BasNews – Jina aktor a kurd Samrend Dara piştevaniya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragehand.

Duh êvari 22.08.2017ê hunermenda kurd bi kurte videoyekê ve strana nû ya Lana Zengene ku ew jî stranbêja kurd e û bi navê referandumê ew stran gotiye, di tora xwe ya civakî instigramê de belav kir û li ser vidoeyê jî nivîsand ‘’Belê’’ bo serxwebûnê. Herwaha nivîsand her bijî hunermend Lana Zengene.

Samrend yek ji wan jinane ku aktorê serekî yê bernameya şanoya Bezmî Bezm e, lê piştre xwe ji ber karê pêşkeşkariyê, dest li bernameya şano berda. Piştre dest li karê pêşkeşkarî berda û demeke ji karê huner û ragehandinê dûr ketiye.

Media