Hunermend Dîlan jî piştevaniya xwe bo referandomê anî ziman

Heme Perîşan 

BasNews – Hunermenda cihêl Dîlan Xoşnaw jî piştevaniya xwe bo referandoma serxwebûna Kurdistanê anî ziman.

Piştevaniya hunermendên Kurdistanê bo referandoma serxwebûna Kurdistanê didome.

Hunermend Dîlan jî wêneyeka xwe li ser rûpela xwe ya instagramê daniye û bi hildana alaya Kurdistanê piştevaniya xwe bo referandomê aniye ziman.

Dîlanê du sal berê jî kilîbek bi navê “Êwe Pêşmergen” çêkiribû û piştevaniya xwe bo Pêşmerge anîbû ziman.

Dîlan Xoşnaw li Hewlêrê ji dayîk bûye.

 

Media