Lane Zengene kilîbek li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê belav kir

Lane Zengene Lane Zengene

Tuwana Şêxanî 

BasNews – Hunermenda kurd Lane Zengene kilîbek li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê belav kir.

Piştevaniya hunermendên kurd bo referandoma serxwebûna Kurdistanê didome. Hunermend Lane Zengene jî kilîbek li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê belav kir.

Têksta stranê ji aliyê Kawe Şêx ve hatiye nivîsandin, awaza wê ji aliyê Helkwet Zahir ve hatiye danîn û derhênertiya wê jî ji aliyê Yûsif Leşkirî ve hatiye kirin.

Helkewt Zahir li ser wê kilîbê ji BasNewsê re got, me kilîb xilas kir û belav kir. Ji bilî wê kilîbê, dê du kilîbên din jî li ser referandomê bên çêkirin.

Lane Zengene li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Çend sal bû çûbû derveyî Kurdistanê lê demek e vegeriyaye.

 

 

Media