Termê hunermendekî Amrîkî li nav otombîlekê de hate dîtin

BasNews-Termê Hunermedekî Amerîkî di nav otombîlekê de hate dîtin û heta niha jî egerê mirina wî nehatiye zanîn.

Malperên cîhanî belav kirin ku, duh, roja Pênşemê 20.04.2017 termê hunermendê Amerîkî Guba Gooding stirnabêj û egterekî navdare li bajarê Los Engeles  li wîlayeta Californie li nava otombîlekê hate dîtin.

Heman çavkaniyan amaje bi wê yekê jî kirin ku, heta niha sedemêm mirina wî hunermendî nehatiye zanîn, lê di nav otombîlê de madeya hoşber û xwarin û vexwarinên kiholî hatine dîtin.

Guba Gooding li sala 1944 li Amerîka ji dayikbûye, beşdarî çendîn filmên sînemayî yên Holyood kiriye, herwiha xwediyê çendîn elbomên staranaye, li sala 1997 jî weke baştirîn alîkarê egter hatibû destnîşan kirin.