Muzîk di yekrengiyê de asê maye

“Divê zû bi zû em li deriyê reng û denge stranên nu bixin. Demek ji bo gele kurd slogan û ajîtasyon hewce bû. Ev tarzek bû. Gel li pey vî tarzî çû. Hingê stranbêjan berê xwe dan propaganda û ajîtasyonê. Kêm kes xwe ji vî tazrî dûr xist. Propaganda û ajitasyon karê rexistina ye, ne karê stranbêjan e."

24/07/2016 - 13:24 Kategori ÇAND Û HUNER

Avaşin Yorulmaz

BasNûçe - “Divê zû bi zû em li deriyê reng û denge stranên nu bixin. Demek ji bo gele kurd slogan û ajîtasyon hewce bû. Ev tarzek bû. Gel li pey vî tarzî çû. Hingê stranbêjan berê xwe dan propaganda û ajîtasyonê. Kêm kes xwe ji vî tazrî dûr xist. Propaganda û ajitasyon karê rexistina ye, ne karê stranbêjan e. Hunermendan pişta xwe dan dîwarê rexistin û partiyan. Divê hunermend pişta xwe bide hunera xwe. Bi xwe û bi hunera xwe bawer be.”

 

Di muzîka kurdî de bestekarî gelek nayê nîqaşkirin. Wek gelek hunerên din bestekarî jî divê bikeve rojevê û were nîqaşkirin. Amaje li ser wê yekê hene ku ev demek dirêj e muzîka kurdî li Bakur xitimî ye û sedemên xitimandinê jî gelek in. Siyaset, pişaftin, nebûna xema hunerî û weke din hokar tên destnîşankirin.

 

Bestekar Müslüm Aslan ji BasNûçe’yê re behsa bestekarî û rewşa muzîka kurdî kir. Aslan destnîşan dike ku xemek bi hunermendên kurd re nemaye û gelek ji wan pişta xwe dane dîwarên partiyên siyasî û muzîk di bin siya siyasetê de maye. Herwiha Aslan tekeziyê li ser wê yekê jî dike ku gotinên stranên nû jî xwe dispêrin slogan û ajîtasyonê û ji ber vê çendê muzîkeke ku xwe dubare dike peyda bûye. Aslan dibêje ku divê demildest hunermendên kurd berê xwe bidin deng û rengên din û deriyê xwe ji nûbûnê re vekin.

 

Müslüm Aslan di sala 1995’an û vir ve gotinên stranan dinivisîne û xwediyê gelek besteyan bi xwe ye. Müslüm ji ber karên siyasî di temenê ciwaniya xwe de hatiye girtin. Deh salan di girtîgehên Amed, Antep, Çankiri û Elbistanê maye. Strana yekem jî li girtîgehê afirandiye. Heta niha ji 50 stranî re gotin nivîsandiye. Muzîka gelek stranan jî aydê wî bi xwe ne. Ji bo klîba Hozan Dîno a “Oy Yarê” û klîba Seyda Perînçek a “Piştî Te” re senaryo nivîsandiye. Ji Diljen Ronî re gotin û muzîka stranên “Tu Diçû û Zivistanê“ çêkiriye. Albûma Raperin a Rê-Newa de ku Sony Muzik ê derxistiye gotinên 10 stranan Müslüm Aslan nivîsandiye.

 

Aslan wiha behsa gotina stran çêkirina xwe dike: “Gotinên min ji hinava min tên. Ji hinavê min çi biherikê ew e. Kengê min qesta stranek li ser girî an jî çûnê, tenêtiyê, xemgîniya payîzê kiribe hingê ew stran ji xwe ve ber bi min ve hatiye. Mirov ji goşt û hestî çêbûye; lê dinya hestan bê sêrî û bê binî ye. Çi dibe bila bibe kîjan hest li keviya dilê min xistibe min wê hewandiye. Hinek wek gotinên helbestî tên û tazî ne li benda kirasê muzîkê ne; hinek wek deng tên li hêviya hembêzkirina gotinan e. Di hinava min de hew qas hest hene, dinya min a giyanî bê serî û bê binî ye; ez ê çewa rabim xwe bisipêrim çend sloganan. Ma li ser navê hunere ne şerm e?”

 

Yekem beste di riya sirguniyê de

 

Herwiha bestekarê muzîka kurdî ji Aslan me re eşkere jî dike ku wî di dema sirgûniya girtîgehê de yekem besteya xwe nivîsî ye û ew besteya xwe jî heta niha neday tu kesî Müslüm wi serboriya xwe jî wiha tîne ziman: “Min ji girtîgeha Diyarbakirê sirgûnê girtîgeha Çankiriyê kirin. Di ringê de wesayîta girtî naqilkirinê kelepçe li destên min, zincîrê jî li piyên me xistibûn. Di wê rêyê de deng û gotina newayekê hate ser zimanê min. Ew strana min a yekem bû. Ji bo min teybet e. Min vê stranê ji bo Amed û hevalên xwe nivisandibû. Heta niha min ew kilam nedaye kesî.”

 

Herwiha Müslüm balê dikşîne ser karesatên di dîroka Kurdistanê de qewimîne jî û wiha berdewam dike: “Besteya min a dudiyan li ser Zîlanê bû. Bandoran Zîlanê li ser min wek qiyametek hestan bû. Ji nişka ve ket dile min û herikî ser ziman. Weke mêvanek ezîz bê xeber hatibe mala min. Tofana dilê min bi saya strana Zîlan ferikî. Strana Zîlan bi şîna di hundirê min re herikî.”

 

Li aliyê din di albûmekê de ji bo deh stranan gotin nivîsandin wêrekî ye. Müslüm Aslan di albûma stranbêj Raperînê ya Rê-Newa de ji teva stranan re gotin nivîsandiye. Müslüm Aslan vê yeke wiha dinirxîne: “Ji salên 90’î û vir ve kesek rîskek visa ne hilgirtiye. Raperîn muzîka strana çêkiriye min jî gotinên wan nivîsandiye. Hunermend gava biryara albûmekê didin ji gelek kesan gotin an jî muzîkê distînin. Wisa xûya ye Raperîn bi muzîkê û gotinan zahf bawer e.”

 

“Xema hunerê nema ye”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Aslan nîqaşên li ser beste û helbestan û bi bîr dixe û wiha berdewam dike: “Li bal dilê min gotin, muzîk û helbest wekhev in. Gotinên stranê erzan nabînim. Divê gotin ji ber xwe ve were rîstin. Bi koteka û ji bo bazarê mirov dikare binivîsine, lê ji alî hunere ve çi qedr û qîmetê wê tine.”

 

Herwiha bestekar Müslüm Aslan, muzîka nû ya li Bakur jî şîrove dike û radigihîne ku hunermendên nû yên li Bakurê Kurdistanê xema hunerê naxwin û wiha pê de diçe: “Hûnermend pirsa nûbûnê jixwe nakin. Xema wan a hunerî kêm e. Ji 94’an û vir ve gotinên stranan ji derveyê rêzê peyda nebûne. Gava stranek balkêş derdikeve - jiber kêmbûna nûbûna stranan- hewqas ku tê guhdarkirin leqoyî dibe. Di nava çend mehan de tehma wê stranê namîne.”

 

‘Gelek hunermendan pişta xwe daye dîwarên partî û rêxistinan’

 

Aslan rexneyan jî li hunermendan digre û tekez dike ku hinek hunermendan pişta xwe dane dîwarên rêxistin û partiyan û wê yekê hî wiha eşkere dike: “Divê zû bi zû em li deriyê reng û denge stranên nu bixin. Demek ji bo gele kurd slogan û ajîtasyon hewce bû. Ev tarzek bû. Gel li pey vî tarzî çû. Hingê stranbêjan berê xwe dan propaganda û ajîtasyonê. Kêm kes xwe ji vî tazrî dûr xist. Propaganda û û ajitasyon karê rexistina ye ne karê stranbêjan e. Hunermendan pişta xwe dan dîwarê rexistin û partiyan. Divê hunermend pişta xwe bide hunera xwe. Bi xwe û bi hunera xwe bawer be. Ji vê yekê gava partî û rexistinan hunermendek nexwestin ew hunermend helîya û melisî. Ku hunermend bi hêza xwe hunerê bikirana huner jî wisa li yekrengiyê asê nedima.”

 

Aslan, tesîra atmosfera siyasî ya li ser muzîkê jî destnîşan dike û radigihîne ku muzîk di bin siya siyasetê de maye û wiha dibêje: “Heta niha muzîk û gotin di bin siya siyasetê de şîn bûn. Siya siyasetê hemû stranan xist rengêkî. Stran di yek qalibîkê de çêbûn. Muzîka kurdî li dora xwe zîvirî zîvirî û zîvirî heta ku gêj bû.”

 

Lînkê hevpeyvînê:

http://basnuce.com/ku/news/17547/muzik-di-yekrengiye-de-ase-maye